Serokkomarê Iraqê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê re hevdîtin kir
Îraq 10:44 AM - 2023-12-02
Mediya Serokkomar
Serokkomarê Ebdulletîf Cemal Reşîd û Jens Stoltenberg
Roja Înê 1ê Kanûna Pêşîn a 2023an, Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Cemal Reşîd di çarçoveya COP28ê de ku li Îmarat li bajarê Expo City li bajarê Dubayê hat lidarxistin, ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg civiya.
Di civînê de Wezîrê Derve Fuad Husên û Wezîrê Jîngeh Nizar Amedî amade bûn.
Wan pêşhatên giştî di warê siyasî û ewlehiyê de li ser asta cîhanî gotûbêj kirin.
Serok Reşîd balkişand li ser wê yekê ku guhertina avhewayê metirsiyeke cidî ye li ser ewlehî û aramiya cîhanî û daxwaz ji hemû welatan kir ku zêdetir hevkarî û peywendiyên zêdetir bikin ji bo çareserkirina van pirsgirêkên cîhanî.
Ji bo kêmkirina bandorên xirab ên guherîna avhewayê, ziwabûn, kêmbûna avê û biyabanbûnê, Serok Reşîd li ser gavên ku Wezîrê Jîngehparêz Nîzar Amedî di hewleke hevbeş de li kêleka wezaretên din ên Iraqî pêşengiyê dike, gotûbêj kir.
Herwesa serok Reşîd berdewamîya destdirêjîya ser xelkê zîvala Gazayê şermezar kir û piştgiriya bênavber ya Îraqê ji doza Felestînê dupat kir.
Li hember binpêkirina qanûnên navneteweyî û mafê çarenûsî yê gelê Filistînê pêwîstî bi helwesteke navneteweyî ya eşkere û zelal heye.
Emîndarê giştî yê NATO`yê pesna performansa berbiçav a Iraqê di warê rûbirûbûna têrorîsmê, bihêzkirina aştiya navçê û pêkanîna ewlehî û aramiyê li vî welatî da.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

