Şalaw Kosret Resûl: Tenê YNK dikare Kerkûkê biparêze

Kurdistan 08:03 PM - 2023-11-29
Şalaw Kosret Resûl serdana  Şorica  Kerkûkê kir PUKMEDIA

Şalaw Kosret Resûl serdana Şorica Kerkûkê kir

YNKê Kerkûk

Roja Çarşemê 29.11.2023 Şalaw Kosret Resûl serdana Komîteya Şorice ya Kerkûkê kir û bi kadro û xelkê deverê re civiya.
Şalaw Kosret Resûl di axaftina xwe de bang li hemû Kerkûkiyan kir ku beşdarî hilbijartinan bibin û dengê xwe bidin namzedên YNKê yên lîsteya 142 ya Hevpeymaniya Kerkûkê Hêz û Îradeya me ye.
Şalaw Kosret Resûl got:’’Derfeteke zêrîn li pêşiya xelkê Kerkûkê ye ku bi dengên xwe kurdbûna Kerkûkê îspat bikin û bajêr ji rêveberiya niha ya ku nişteciyên resen ên Kerkûkê biçûk dixe, rizgar bikin.’’
Got jî: “Bi bîranîna rojên dijwar ên dîrokê û ji bo pêşerojeke geş bo we hemûyan, dengê xwe bidin YNKê û tenê YNK û hevpeymaniya wê dikarin bibin nûnerên rastîn ên Kerkûkê û parastina we dikin.”
Şalaw Kosret Resûl serdana bazara Şorice kir
Di heman rojê de, di çarçoveya serdana xwe ya meydanî de bo Kerkûkê, ligel hejmarek ji hevalên serkirdatiyê û berbijarên lîsteya 142 ya Hevpeymaniya Kerkûkê,Şalaw Kosret Resûl serdana bazara Şorice kir û rewşa bazirganên bazarê pirsî û han da ku bi ruhê Kurdistanî beşdarî dengdanê bibin û dengê xwe bidin namzedên YNKê.
Şalaw Kosret Resûl: Rewşa nexwestî ya Kerkûkê tenê bi dengê we û nûnerên YNKê tê guhertin û got:  “Erka niştimanî ye ku em bi hev re biçin ser sindoqan û kurdbûna Kerkûkê îspat bikin û rêveberiya bajarê xwe dîsa bikin xizmeta xwe.”
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket