Lîsteya YNKê ya xelkê Nînowa xizmeta pêkhatan dike
Kurdistan 11:01 PM - 2023-11-27
Taybetî
Şanda YNKê serdana Nînowa dike
Bi armanca piştgirîkirina namzedên lîsteya jimare (134 ya Yekîtiya Gelê Nînowayê) piştî nîvroya 27ê Mijdarê Serkewt Zekî Serokê Buroya Rêxistinê ligel Seyda Letîf Nêrweyî, Hekîm Sabîr, endamên serkirdayetiyê û hejmarek ji endamên Biroyê serdana navenda parêzgeha Nînowa kirin û ji aliyê Aras Mihemed Axa berpirsê malbendê û rêhevalên navenda parêzgeha Nînowa ve hatin pêşwazîkirin.
Paşê di merasîmekê de navenda nû ya lîsteya jimare (134) bi beşdariya serokê lîsteya 134 û hejmarek ji berbijêran hate vekirin û piştre Serkewt Zekî Serokê Buroya Rêxistinê serdana hejmarek navendên kampanyayê lîsteya 134 li Nînowa kir. Peyama Serokê YNK Bafil Celal Talebanî û Mekteba Siyasî ragihand û got:"Namzedên Lîsteya jimare 134 (Yekîtiya Xelkê Nînowa) hemû jêhatî, dilsoz û pispor in ku ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê hatine destnîşankirin, ji bo xizmeta xelkê Mûsil û Nînowa yên hemû pêkhateyan."
Wî got :“Mûsil bajarê biratî û pêkve jiyanê ye û xwedî dîrokeke kevnar e û YNK’ê bi hesta berpirsyarî û armanca jiyana hevbeş, bi Partiya Refa’a Wetanî re bi navê (Yekîtiya Xelkê Nînowa) hevpeymaniyek pêk anî.’’
Berpirsê Buroya Rêxistinê tekez kir ku YNK dê hertim rêya Serok Mam Celal ji bo bihevre jiyankirin û biratiya navbera hemû pêkhateyên bajêr berdewam bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

