Talebanî: nabe çeksaziya wezareta pêşmerge bi lawazî birêve biçe
Kurdistan 01:52 PM - 2023-11-27
PUKMEDIA
Qubad Talebanî
Bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî Şoriş Ismaîl vegeriya
ser postê xwe yê Wezareta Pêşmerge.
Bi boneya vegerandinê,
Şoriş Ismaîl wezîrê Pêşmerge di civîna ku Îro 27.11.2023ê li dîwana wezaretê bi
amadebûna Cîgirê Wezîr, Serokê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, Sekreterê
Giştî û hejmarek ji efserên payebilind ên Wezareta Pêşmerge birêve çû. Qubad Talebanî tekez kir ku divê gilî û
cudahî bên rakirin û wek tîm bi hev re kar bikin.
Herwaha got: Asayî ye ku cudahiyên di navbera aliyên siyasî
de hebin, lê nabe ev cudahî di nav wezaretê de derbikevin, divê berpirsên
payebilind ên wezaretê wek yek tîm bi hev re kar bikin.
Cîgirê serokwezîr amaje bi cîbicîkirina xalên proseya çaksazî
û birêxistinkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û got: Em spasiya hevkarî û
hemahengiya hevpeymanan dikin û proseya çaksaziyê di paşerojê de hêdî û lawaz
nebe.
Daxwaz ji efser û berpirsên payebilind ên
wezaretê kir ku bi rihê hestkirdin bi erkê niştimanî ji bo cîbicîkirina hemû
xalên çaksaziyê kar bikin.
Paşê Şoriş Îsmaîl wezîrê pêşmerge amaje bi wê
yekê kir ku ji bo serkeftîkirina karûbarên wezaretê dûr ji nakokiyên siyasî,
pêwîstiya wî bi piştevaniya hemû aliyan heye û got: Karê wezaret û hêzên
Pêşmerge pîroze û divê têgihiştinê me hebe daku baştir erkên xwe bi cîh bînin.
Tekez
kir ku di qonaxa bê de dê wek tîmekî baştir kar bê kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

