YNKê û Yekgirtû: pêwîstî bi yekrêziya navxweyî ya Kurdan heye
Kurdistan 06:25 PM - 2023-11-25
Wêne/ Darbaz Star
YNKê û Yekgirtû
Şandeke pilebilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya serkirdeyê wê Bafil Celal Talebanî îro Şemiyê serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Silêmaniyê kir. Piştî hevdîtinê her du alî di daxuyaniyeke hevbeş de tekez li ser pêwîstiya yekrêziya gelê Kurd û amadekariya ji derfet û pêşhatan re kirin û tekez li ser berdewamiya diyaloga niştimanî û berpirsane bi beşdariya hemû aliyên siyasî kirin.
Her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên navbera YNK û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û berfirehkirina hevkariyên di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind de kirin.
Nivîsa daxuyaniyê.
Daxuyaniya civîna hevbeş a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê.
Îro Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi serokatiya şandekê Serkirdayetiya YNKê serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Silêmaniyê kir û ji aliyê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behaedîn û şandeke pê re ve hat pêşwazî kirin.
Di hevdîtinê de dawî pêşhatên siyasî, yekxistina navmala Kurdistanê, amadekarî ji bo derfet û pêşhatan hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser berdewamiya diyaloga niştimanî û berpirsane bi beşdariya hemû aliyên siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkên li hundirê herêma Kurdistanê bi awayekî ku jiyan û refaha xelkê bê parastin û hewl bo çareserkirina kêpirsgirêkên darayî, bi taybetî dabînkirina mûçeyên karmendên herêmê bên kirin.
Di hevdîtinê de her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku rewşa hestiyar a navçeyê pêwîstî bi yekrêziya mala Kurd û çareser kirina pirsgirêk û kêmasiyên rûberûyê pirsa rêveberî û stratejiya siyasî ya partiyan heye.
Her li vê hevdîtinê de tekezî li ser pêşxistina peywendiyên navbera YNK û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û berfirehkirina hevkariyên di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind û xizmetkirina xelkê de hat kirin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

