Şanda bilind a YNKê gihîşte mekoya Tevgera Gorranê

Kurdistan 11:14 AM - 2023-11-25
Logoya YNK, Gorran, Komal, Yekgirtû PUKMEDIA

Logoya YNK, Gorran, Komal, Yekgirtû

YNK Serok Bafil Celal Talebanî

Biryare îro Şanda bilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya serokê wê partiyê Bafil Celal Talebanî dê sibe ligel Tevgera Gorran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (YNK) û Komela Dadwerî bicive.

Her îro sibê ev  Şanda bilind a YNKê gihîşte mekoya Tevgera Gorranê.
Jêderekî fermî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: ‘’Şanda YNKê dê destpêkê li gel ligel Tevgera Gorran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (YNK) û Komela Dadwerî bicive.’’
Di nava şanda YNK’ê de Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî jî heye,her wiha ji Dr.Xesrew Gul nûnerê YNKê li hersê encûmenên serkirdayetî, encûmena bilind û encûmena piştevaniyê, Refat Ebdulah, Derbaz Kosret Resûl, Şalaw Elî Eskerî û Emad Ehmed endamên Mekteba Siyasî, berdevkê YNKê Saadî Ehmed Pîre û Endamê Serkirdatiya YNKê Salar Serhed pêk tên.
Roja 07.11.2023, mekteba siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî û Partiya Demokrat li havîngeha Pirmam a Hewlêrê  civînek li dar xistin û bi taybetî rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê û rewşa hestiyar a ku navçe tê re derbas dibe nîqaşkirin.
Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya hemahengî û karekî hevbeş û komkirina enerjî û şiyanên hemû aliyên siyasî ji bo parastina pêkhateya Herêma Kurdistanê û danîna stratejiyeke hevbeş ku li gor rewşa rûdanan be û pêşketinên li herêmê, û rûbirûbûna pirsgirêkan nirxandin.
Her du alî li ser bilindkirina xalên hevbeş û çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên netewî û herêmî yên Kurdistanê bike li hev kirin.
Di civînê de piştevaniya pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo garantîkirina sûd û mûçeyên darayî yên karmendên Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra herdemî ya Iraqê de hate tekez kirin.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket