Qubad Talebanî: Em kar dikin bo peydakirina mûçeyên karmendan
Kurdistan 01:34 PM - 2023-11-23Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîrê Herêma
Kurdistanê Qubad Talebanî tekez kir ku hikûmet kar li ser peydakirina mûçeyên
karmendan dike û em ji êş û pirsgirêkên karmendan li Herêma Kurdistanê fêm
dikin.
Qubad Talebanî di kongirekî
rojnamevanî de ku PUKMEDIA jî tê de amade bû, got: Emê kar bikin ji bo
çareserkirina pirsgirêka mûçeyên karmendan û pabendbûna bi yasaya bûdceyê û
hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû xalên di yasaya budceyê de pabend bû ye.
Talebanî got: Em kar dikin ku hemû
mafên karmendan di dema xwe de bên peydakirin û li gel hikûmeta federal jî
danûstandinan dikin ji bo şandina mûçeyên derengmayî yên karmendan li Herêmê.
Diyar kir: Yasaya bûdceyê li ba heye
û ji bo cîbicîkirina hemû xal û bendên di yasaya bûdceyê de li gel hikûmeta
federalî di diyalogê de ne.
Qubad Talebanî di berdewamiya
axaftina xwe de got: Hevdîtinên li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê heta
yekrêziya mala Kurd dê berdewam bin û civîna Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
li gel Partiya Demokrat erênî bû û emê li gel aliyên din jî bicivin daku keşûbayeke
saxlem li Herêma Kurdistanê ava bikin da ku em karibin li ser pirsgirêkên heyî
derbas bibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

