Serok Komar: Em bi Êzdiyan û Ermeniyan şanaz in
Îraq 01:00 PM - 2023-11-23
PUKMEDIA
Serokkomar
Serok Komarê Êraqê Ebdulatîf Cemal Reşîd duh
çarşemê 22-11-2023 serdana Perestgeha Tawûs û Heft Melek li gundê Aknaliç a ser
bi paytexta Ermenîstanê Êrîvanê kir.
Cenabê Wî li nav perestgehê geriya û guh li
şirovekirina ser beşên perestgehê girt, Serokkomar destnîşan li kûrahiya dîrok,
şaristanî û çan û ola vê pêkhateyê kir ku pêkhateyeke bingehîn ên gelê Êraqê ye,
û destpêkek ji bo pêkvejiyana aştiyane ya rasteqîne di navbera Êraqiyên ji olên
cuda de.
Serok Komarê bal kişande ser wê yekê ku ev şûnwarên girîng ên
çandî yên li paytext Êrîvanê û perestgehên êzdiyan li Lalişê yek ji dirêjkirin
û piştrastiyeke din a kûrahiya peywendiya çandî û dîrokî ya di navbera Êraq û
Ermenistanê de, Herweha dirêjkirina qirkirina ku di sala 1915 de li hember
Êzdiyan hatibû kirin e, wî tekezî
li ser pêwîstiya hevgirtinê li hewlan kir ji bo rêgirtin li dûbarebûna
jenosîdên wiha di paşerojê de.
Serok Komarê şanaziya xwe bi hebûna pêkhateyên êzîdî û ermenî li Êraqê
nîşan da ku ew beşek ji dîrok û şaristaniya welat in û bal kişand ser pirrengî
û Foseyfosaîya Êraqê ku ruhê biratî û welatîbûnê di nav hemûyan de zêde dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

