Talebanî: Pêngav ji bo çareserkirina pirsgirêkên Pêşmerge ne
Kurdistan 06:33 PM - 2023-11-22
PUKMEDIA
Civîna bo çareseriya pirsgirêkên Pêşmerge
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya şandeke pilebilind a leşkerî ya Brîtanyayê bi serokatiya Mareşal Samî Sampson Şêwirmendê Berevaniyê yê Birîtanya bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê kir.
Civîna îro çarşemî 22.11.2023 li bajarê Hewlêrê û bi amadebûna Konsulê Giştî yê Brîtanya hat lidarxistin û di civînê de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û proseya çaksaziya di Wezareta Pêşmerge de hate gotûbêjkirin, Cîgirê Serokwezîr got:“Ji bo çareserkirina pirsgirêkan têgihiştinek baş çêbûye û hevdîtinên vê dawiyê yên her du aliyan YNK û PDK erênî bûne.
Her wiha got: “Pêngav ji bo çareserkirina pirsgirêkên di nava Wezareta Pêşmerge de tên avêtin û em geşbîn in ku bi hevkarî û piştevaniya her kesî di demeke nêzîk de hemû pirsgirêkên wezaretê bên çareserkirin û ev jî dê proseya çaksaziyê di nav Hêzên Pêşmerge de bileztir bike.’’
Di vê derbarê de şanda bilinda leşkerî ya Berîtanyayê piştgîriya xwe bo Herêma Kurdistanê bi taybetî berdewamiya çaksaziyên Wezareta Pêşmerge dupat kir.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de rewşa ewlekariya navçeyê, Iraq û Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku divê hikûmet û aliyên Iraqî hewlên xwe zêdetir bikin ji bo rêgirtin li her pêngav û tevgerekê ku bibe sedema alozî û nearamiyê li Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo parastina ewlehî û aramiya Iraqê girîng e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

