Serokê Komarê: Êraq dixwaze peywendiyên hevseng bi hemûyan re hebe

Îraq 10:50 AM - 2023-11-20
Serokkomar li Bakoyê Ragihandina serokkomar

Serokkomar li Bakoyê

Êraq

Rêzdar Serok Komar Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd tekez kir ku Êraq giringiyê dide peydakirina ewlekarî û aramiyê, çûna ber bi xizmetguzariyê ji bo welatiyan, hazirkirina jêrxaneyan û baştirkirina asta jiyana welatiyan bi rêya pêşxistina aborî û veberhênanê.

Duh Yekşem 19-11-2023, di pêşwaziya balyozxaneya Êraqê li Ezirbîcanê de, birêz Serokkomarê Azerbîcanê ji serokên nûneratiyên dîplomatîk û balyozên li Bakûyê û hejmarek ji wezîr, parlamenter û berpirsên Azerbîcanê re ragihand ku Hikûmeta Êraqî bernameyeke girîng amade kiriye ji bo peydakirina bingehên aramiya ewlekarî li welat û çûna ber bi peydakirina xizmetguzariyên tendirustî û perwerdeyî û vejandina aboriya Êraqê bi rêya berfirekirina danûstandinên bazirganî û handana veberhêneran û karsazan bo karkirina li Êraqê ji bo geşepêdana domdar li welat.
Serok Komarê pê xweşe ku kompanî û karsazên Azerbîcanî û Ewropî bikevin nav bazara Êraqê û amaje bi wê yekê jî kir ku Êraq baldare bo peydakirina hêsankariyan û pesendkirina yasayên pêwîst di vî warî de ye.
Derbarê rewşa li Xezayê de jî serokkomar tekez li ser helwesta tund a Êraqê li hember Filistînê û redkirina binpêkirin û destdirêjiyên li dijî filistîniyan kir.

Di derbarê peywendiyên digel Azerbîcanê jî cenabê wî dupat kir ku Êraq dixwaze peywendiyên her du welatan li ser astên curbicur berfiretir bike û gelek beşên bi taybetî geştyarî, aborî û kulturî li xwe bigire bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevbeş bike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket