YNK û Gorran: Dengdan û beşdariya kurdan di hilbijartinên Kerkûkê de giring e
Kurdistan 08:54 PM - 2023-11-19
PUKMEDIA
YNK û Gorran li Kerkûkê
Şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) serdana Mekoya Kerkûkê ya Tevgera Gorran kir û rewşa Kerkûkê û hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê gotûbêj kirin, berpirsê Mekoya Kerkûkê ya Tevgera Gorran got: ‘’Pêwendiyên me yên baş li gel aliyên siyasî yên Kurdistanî bi taybet Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hene û pêwîste em welatiyan han bidin ku beşdarî hilbijartinan bibin.’’
Îro şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku ji Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Halkawt Ebdullah û Serokê lîsteya jimare 142 ya hevpeymaniya Kerkûkê Rêbwar Taha pêk dihat, serdana mekoya Kerkûkê ya Tevgera Gorran kirin û ji aliyê berpirsê mekoya Kerkûkê ya Tevgera Gorran Hakim Obed ve hatin pêşwazîkirin.
Divê em hevgirtî û yekgirtî binEndamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û serokê lîsteya hevpeymaniya jimare 142 ya Kerkûkê Rêbwar Taha di civîneke rojnamevaniyê de got :“Armanca me ya sereke di vê serdanê de ew e ku em spasiya helwesta Tevgera Gorran bikin ku ne xwediyê lîsta hilbijartinan e, lê dilgiran in li ser handana welatiyên kurd ên Kerkûkê ji bo beşdariya di hilbijartinan de, ji ber ku beşdariya wan girêdayî debara jiyana wan e. ‘’
Rêbwar Taha dibêje: “Encûmena parêzgeha Kerkûkê hemû desthilatên ewlekarî, îdarî û xizmetguzarî hene û giringiya encumenê ew e ku piştî şeş salan ji cudabûna kurdan ji rêveberiya vî bajarî, careke din kurd vegerin nav encumena parêzgehê û bibin deng û rengê kurdên vî bajarî û xizmeta hemû rûniştvanên wî bajarî bikin.’’
Wî zêde kir: "Ev serdan ji bo me girîng bû. Mekoya Kerkûkê ya Tevgera Gorran xema wê yekê dike ku hemwelatiyan teşwîq bikin ku biçin ser sindoqan. Helwesta wan dîrokî nayê ji bîr kirin û dengê kurdan li vî bajarî neşewitandiye, pêwîste em Kurd yekdeng bin û bi hev re beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê bibin."
Zilma li ser Kerkûkê bi dawî bibeBerpirsê Forûma Kerkûkê ya Tevgera Gorran Hakim Obêd jî got: “Di civînê de rewşa Kerkûkê û hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê hate gotûbêjkirin, em hêvîdar in bi hev re kar bikin da ku welatiyên Kerkûkê beşdarî hilbijartinan bibin.’’
“Em hewl didin dengderên Tevgera Gorran û welatiyên Kerkûkê jî tevlî vê proseyê bikin, ji ber ku proseyeke diyarker e û piştî 18 salan ji cudabûn û bêparkirina Kerkûkê ji hilbijartinan re, divê dawî li zilm û zordariya ku li Kerkûkê hatiye kirin, bînin’’. Berpirsê Forûma Kerkûkê ya Tevgera Gorranê got.
Her wiha got: ‘’Pêwendiyên me yên baş li gel aliyên siyasî yên Kurdistanî bi taybet Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hene û pêwîste hemwelatiyan bi awayekî aktîf beşdarî dengdanê bibin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

