Asayîşê 5 endam û mîrên DAÎŞê girtin

Kurdistan 11:35 PM - 2023-11-17
Terorîst PUKMEDIA

Terorîst

Terorîst Asayîş

Saziya Asayîşê li Herêma Kurdistanê ragihand ku 5 şaneyên terorîstî yên ser bi DAIŞê li Herêma Kurdistanê girtin di nav wan de 3 mîr hene.

Saziyê di daxuyaniyekê de ku wêneyek jê ji PUKMEDÎA re hatiye şandin got: Di encama şopandin û çavdêrîkirinê rewşa Herêmê de Rêveberiya Operasyonên Asayîşa Herêmê zanyariyên destpêkê derbarê DAIŞê de bidest xistin ku terorîst wê çend oparesyonan li deverê pêk bînin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: Piştî erêkirina Serokê Dezgeha Asayîşê ya herêmê, li bajarên Silêmanî, Germiyan, Helebce, Şarezûr û navçeyên veqetandî odeyên operasyonê hatin avakirin û dest bi xebatên komkirina agahiyan û şopandina tevgerên terorîstan kirin.Amaje bi wê yekê jî kir ku di dawiyê de piştî 5 mehan ji berdewamiya xebata hêzên me û li ser bingeha belgeyan karîn zanyariyên rast derbarê şaneyên razayî yên terorîstên DIŞIê kom bikin û hemû liv û tevgerên wan bi cih bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: Piştî erêkirina dadwerê Lêpirsînê yê Asayîşê, bi dehan operasyonan, li Kerkûk, Silêmanî, Germiyan, Helebce, Seyd Sadiq, Şarezûr û Pêcewên hetin birêve
 birin55 terorîst ku sê ji wan mîrên rêxisrina DAÎŞê ne hatin girtin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket