Serokê YNKê: Silêmanî bajarê fedekarî, ramana azad, çand û nûjeniyê ye
Kurdistan 03:00 PM - 2023-11-14
Daxuyaniya Serokê Yekîtiya Niştimanî
239. salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî,bi sedema 239 saliya damezrandina bajarê Silêmaniyê pîrozbayî kir û di daxuyaniyekê de tekez li ser wê yekê kir ku Silêmaniyê beriya niha îsbat kiriye ku bajarê qurbanî û rizgariyê ye.
Daxuyaniya Serok BafIl Celal Talebanî wiha ye:
Em îro bi dilxweşî û hezkirineke mezin 239 saliya damezrandina bajarê Silêmaniyê bi bîr tînin, bajarekî ku di dirêjahiya dîrokê de destkeftên mezin tomar kirine û di fedekarî, ramana azad, çand û nûjeniyê de bûye mînak.
Silêmanî hertim li hember neheqiyê rawestiyaye
Bi balkişandina li ser paşeroja vî bajarê hêja û dîroka wî ya binavûdeng, diyar dibe ku Silêmanî di qonaxên curbicur de hertim li hember neheqiyê rawestiyaye û xelkê wê ji bo azadî û serbilindiyê bi ruhê serhildêr û fedakarî têkoşiyane. Bi tijî enerjî û berdewam tê nûkirin û di bin ti şert û mercan de jîndarîya xwe winda nake Silêmanî.
Silêmanî her dem domdar, bibandor û bi hêz bûye û ev xisletên han ji xwezaya çiyayên wê yên bi heybet peyda bûne û rojane di kûrahiya hemwelatiyên wê yên leheng û ronakbîr de xuya dibin, ku bi berdewamî ji bo têkoşîna hemû Kurdistanê amade bûn bi ramana xwe ya azad û nûbûyî ber bi pêşerojeke ronîtir û demokratîk ve bimeşin.
Silêmanî bajarê qurbanîdan û rizgariyê ye
Silêmanî bi rastî îsbat kiriye ku ew bajarê qurbanîdan û rizgariyê ye, bajarê afirînerî û çandê ye, lewma divê her kes têbigihê ku Silêmanî gotin û diruşmên bilind red dike û divê bi kiryaran xizmet jê re bê kirin.
Silav li ruhê hemû kesên ku di demên borî de hewla parastin, geşepêdan û avadankirina Silêmaniyê dane, spas û hezkirin ji bo wan kesên ku xeyala pêşerojeke baştir dikin û ji bo wê yekê têdikoşin.
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

