Berdevkê YNKê: Silêmanî her tim bûye mînaka berxwedanê

Kurdistan 08:54 PM - 2023-11-13
Saadî Ehmed Pîre  PUKMEDIA

Saadî Ehmed Pîre

YNK Silêmanî

Berdevkê YNK’ê salvegera damezrandina Silêmaniyê li gelê Silêmaniyê pîroz kir û got:“Em bi navê serkirdayetî û mekteba siyasî ya YNK’ê pîrozbahiyê li hemû xelkê vî bajarî dikin û bi kêfxweşî pîrozbahiya vê salrojê li gel wan dikin û hêvîdar in li Silêmaniyê serkeftî û wêrek bin.’’
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre di peyamekê de bi boneya 239emîn salvegera damezrandina Silêmaniyê got:“Silêmanî di temenê xwe de nêzîkê damezrandina Amerîkayê ye û di vê dema kin de pêşveçûnekî mezin di pêşketinê de dîtiye û axeke bi bereket e û berhemên Silêmaniyê bazara Iraqê tijî dikin.’’
Saadî Pîra got: "Silêmanî her tim bi cîhanê re têkiliyên herêmî yên pêşkeftî hebûn. Ev bajar milkê Baban û têkoşeran bû. Nivîskar û Helbestvanekî wê yê mezin heye û yek ji wan bajaran e ku di hemû xwepêşandan û israr, ramanên nû û nûbûnê de perwerdekar bûye û ji bo dagirkeran bûye bajarekî dijwar."
Berdevk wiha jî got:’’ Silêmanî di hemû qonaxên şoreşê de rola xwe lîstiye û êş û azarên xwe bi her awayî aniye ziman. Silêmanî di serkeftinên xwe de girîng e, ji ber wê jî li ser navê Serkirdatiya YNK û Mekteba siyasî em bi kêfxweşî pîrozbahiya vê salrojê li hemû xelkê xwecihî yên vî bajarî dikin û em hêvîdar in serkeftî û wêrek binmînin û ji Silêmaniyê û xelkê wê re jî jiyaneke dirêj dixwazin.”
PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket