Piştgirî li her rêkeftinek di navbera Herêm û Bexdadê de dikin

Kurdistan 12:17 PM - 2023-11-12
Saadî Pîre PUKMEDIA

Saadî Pîre

YNK û PDKê

Şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku ji berdevkê Yekîtî Saadî Ehmed Pîre rawêjkarê serokayatiya Herêmê Mamoste Bekir û endamê Encumena Serkirdayetiya Yekîtî Rêbaz Bîrkotî pêk tê sardana Encumena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê li Silêmaniyê kir û ji aliya endamê buroyê, berpirsê mektebê rêxistina partî li Silêmanî û Helebce Elî Hisên ûendamê komîteya navendî Sane Ferîdon ve hatin pêşwazî kirin.

Saidî Ehmed Pîre piştî bidawîhatina civînê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: Civîna me ya îro ji bo gotûbêjkirina encamên civîna dawî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Pîrmam û awayên çareserkirina hemû pirsgirêkan hatiye.
Got jî: Serdana serokwezîrê federal bo Hewlêrê serdaneka erênî ye û em piştevaniya her rêkeftinekê dikin ku bibe fakterek bo çareser kirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku Herêm û Bexda hevdû temam dikin û aramî ji bo hemû aliyên siyasî pir girîng e.
Saadî Ehmed Pîre got: Yekîtiya Niştimanî kar ji bo dabînkirina mafên welatiyan û başkirina jiyana wan dike, me di civîna polîtburoya siyasî de mijara mûçeyên karmendan gotûbêj kir û emê hemû hewlên xwe bidin ji bo bidawîkirina pirsa dabînkirina mûçeyên karmendan.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket