YNK û PDK li Silêmaniyê dicive

Kurdistan 11:10 AM - 2023-11-12
YNK û PDK PUKMEDIA

YNK û PDK

YNK û PDKê

Şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku ji berdevkê Yekîtî Saadî Ehmed Pîre rawêjkarê serokayatiya Herêmê Mamoste Bekir û endamê Encumena Serkirdayetiya Yekîtî Rêbaz Bîrkotî pêk tê sardana Encumena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê li Silêmaniyê kir û ji aliya endamê buroyê, berpirsê mektebê rêxistina partî li Silêmanî û Helebce Elî Hisên ûendamê komîteya navendî Sane Ferîdon ve hatin pêşwazî kirin.

Ev civîn dirêjkirina civîna heftiya borî ye ku li ser asta bilind a navbera YNK û PDKê ye.

Biryar e di civînê de behsa baştirkirina peywendiyên her du aliyan û çareserkirina pirsgirêk û qeyranan û rewşa niha ya Herêma Kurdistan û Êraq û navçeyê were kirin, bi taybetî ku niha aliyên siyasî li hember du hilbijartinên çarenusazin.

Piştî lidarxistina pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û di yekem civîna encumena serkirdayetî de serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî emê qonaxeke nû ji bo xizmetkirina gel li gel partiyan vekin û di vê çarçoveyê de YNKê destpêşxeriya serdana partiyan ragihand û wê yekem civîna YNKê li gel PDK be û piştre jî bi aliyên din re bicive.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket