Aso Mamend: Emê bi hilbijartinan ve dest bi desthilata xwecihî li Kerkûkê bikin
Kurdistan 11:55 PM - 2023-11-11
PUKMEDIA
Keça şehîd fermandar Mela Aras ala pîroz a Kurdistanê pêşkêşî Aso Mamend kir
Berpirsê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûk-Selahaddînê Aso Mamend dibêje:"Ev hilbijartin ji bo Kurdan û Kerkûkê gelekî girîng e û bi vê proseyê em dikarin sîstema îdarî û siyasî ya Kerkûkê serast bikin û em karibin hêza xwecihî bi dest bixin."
Ev daxuyanî di civînekê de bi amadebûna rêheval Sîrwan Kûxa Necm, Xalê Kakamend, Hemasûr Dûşîwanî, Mamoste Cwamer, hejmarek ji berbijêrên Lîsteya 142 ya hevpeymaniya Kerkûkê hêz û îradeya me ye û rêhevalên navçeyên hilbijartinan hat dayîn.
Ev civîna girseyî ya 11'ê Mijdara 2023'an de li Pirdê pêk hat.
Di civînê de ku hejmareke berçav ji xelkê amade bûn, Aso Mamend tekezî li ser giringiya hilbijartinên encumenên parêzgeha Kerkûkê kir û got:"Ev hilbijartin ji bo Kurd û Kerkûkê gelekî girîng e û bi vê proseyê em dikarin sîstema îdarî û siyasî ya Kerkûkê serast bikin û êdî rê nedin ew neheqî û xiyaneta ku li dijî gelê me tê kirin."
Aso Mamend got: “Ji bo vegerandina desthilata xwecihî li parêzgehê, divê em hemû bi coş beşdarî hilbijartinan bibin, û dengê xwe bidin berbijêrên (Lîsteya jimare 142 ya Hevpeymaniya Kerkûkê hêz û îradeya me ye).
Her wiha got: Lîsteya hevpeymaniya Kerkûkê hêz û îradeya me ye, îradeya rastîn a Kerkûkê û xelkê wê yên xwecih nîşan dide.’’
Di heman civînê de keça şehîd fermandar Mela Aras ala pîroz a Kurdistanê pêşkêşî Aso Mamend kir û soza parastina xaka Kurdistanê û ala wê ya pîroz weke her carê da.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

