Serokên Iraq û Sûriya destdirêjiya Israîlî li ser Gazayê şermezar kirin
Îraq 08:25 PM - 2023-11-11
Mediya Serokkomar
Serokên Iraq û Sûriya
Îro şemiyê 11.11.2023ê Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Cemal Reşîd di çarçoveya Lûtkeya Erebî ya awarte ku li Riyazê paytexta Erebistana Siûdî hat lidarxistin, bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re civiya.
Serokomar Reşîd û hevtayê xwe yê Sûrî ji bilî gotûbêjkirina çawaniya xurtkirina peywendiyên di navbera her du welatan, pêşhatên dawî yên li ser asta navneteweyî û navçeyî û rewşa niha ya Filistînê, li ser bandora êrişên Îsraîlê li ser zîvala Gazayê jî gotûbêj kirin.
Peywendiyên dîrokî yên kûr di navbera Iraq û Sûriyê de hene, li gor Serokkomarê Iraqê, pêwîst e her du welat bi hev re kar bikin ji bo avakirina rêyên hevkariyê di hemû waran de ku herî baş xizmeta berjewendiyên hevpar ên her du welatan bike. Wî got ku balkişandineke zêdetir li ser hevkariyê ji bo şerê li dijî terorîzmê û tundrewiyê pêwîst e.
Di axaftinên xwe de, cenabê Serokkomarê Iraqê tekez kir ku giring e her du dewletan hemahengî û şêwirîna zêdetir li ser mijarên hevbeş ên aştî û ewlehiya navdewletî bikin û tekezî li ser pabendbûna bi tundî ya Iraqê li ser piştgirîkirina gelê Filistînê ji bo bidestxistina mafê xwe yê rewa ji bo avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê ku paytexta wê El-Quds El-Şerîf e.
Herdu rêberan êrîşa Israîlî ya li ser sivîlan û nexweşxaneyan li zîvala Gazayê şermezar kirin, û tekez kirin ku divê demildest bombebaran raweste, xelk bê parastin, alîkariyên mirovî ji bo malbatên asê mane, û rê bidin ku ew bi silametî derbas bibin.
Beşar Esed pabendbûna welatê xwe bi piştgirîkirina Iraqê di hewlên parastina ewlehî û serweriya wê de nîşan da. Wî her wiha pesna piştevaniya Iraqê ji gelê Sûriyê kir, herwiha daxwaza welatê xwe ji bo bihêzkirina peywendiyên di navbera her du welatan û bihêzkirina peywendiyên hevkarî û hevahengiyê nîşan da.
Di civînê de Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Sosan jî amade bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

