Şalaw Kosret: Hilbijartina vê carê ji bo parastina nasnameyê ye

Kurdistan 10:15 PM - 2023-11-09
Şalaw Kosret Resûl PUKMEDIA

Şalaw Kosret Resûl

Hilbijartin YNK

Roja 9-11-2023ê Şalaw Kosret Resûl li bajarê Çemçemal li gel berpirsên herêmê û çînên cuda civiya.

Di civînê de Şalaw Kosret Resûl tekezî li ser beşdariya her kesî di hilbijartinên encumenên parêzgehan de kir û got: Ev hilbijartina li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî ji bo parastina nasnameya Kurdistanê li herêmê ye û divê her kurdek bi coş beşdar bibe."

“YNK hertim ji serhildanê bo azadkirina Kerkûkê ji destê rêjîma Beis û şerê dijî terorîstan û parastina bajêr de pêşeng bû û xwîna Kerkûkiyan parastiye , bo qonaxên bê jî bi heman vîn li rêya nûnerên Kerkûkê diparêze, lewma erkê her kesî ye ku dengê xwe bidin lîsteya 142 ya hevpeymaniya Kerkûkê hêz û îradeya me û namzedên YNKê yên di lîsteyê de ne.

Di heman rojê de Şalaw Kosret Resûl serdana mala şehîd Bêstûn şehîd Nazmî kir.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket