Serokkomar pişka Iraqê ji avê digel Netewên Yekgirtî gotûbêj dike
Îraq 07:36 PM - 2023-11-08
Hevdîtinên Serokkomar
Malpera Serokatiyê
Birêz Serokkmar Ebdulletîf Cemal Reşîd îro Çarşeme li Koşka Bexdayê pêşwaziya Cîgirê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ,Serokê Tîma Serbixwe ya Çavdêriya Stratejîk, Mîsyona Alîkariyê ji bo Iraqê, birêz Volker Peretz.
Di hevdîtinê de behsa hevkariyên heyî yên li gel Nûnertiya Netewên Yekgirtî li Îraqê hate kirin û Serokkomar tekez li ser bihêztir kirina hevkariyên han û bilez kirina çareser kirina pirsgirêkên heyî bi taybetî pirsa awareyên welat û piştgîriya ji bo hikûmetê gel saziyên di warê aborî û civakî de bi welatiyan ve girêdayî ne kir.
Birêz Serok amaje bi hewlên hikûmetê ji bo dabînkirina îstiqrara ewlekarîyê kir, ji bilî başkirina rewşa jîyan û xizmetguzarîya welatiyan, handana sermayeguzarî û piştgirîkirina sektora taybet.
Cenabê wî anî ziman ku Iraq ji bilî peywendiyên baş bi welatên cîran û cîhanê re şahidê pêşkeftinên erênî ye ku di jiyana giştî ya îraqiyan de xuya bûye û hêvî xwest ku vê wêneyê bigihîne civaka navdewletî.
Serokkomar amaje bi kirîza avê û pêwîstiya bi hewlên hevbeş kir, bi taybetî rola nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê, ji bo dîtina çareyan ji bo ku Iraq pareke dadperwer a avê bidest bixe.
Ji aliyê xwe ve birêz Volker Peretz pêşkeftinên ku ji aliyê Iraqê ve bi dest ketine û rola wê ya sereke di nêzîkkirina nêrînên welatên navçeyê ji hev re bilind nirxand û ji cenabê Serokkomar re behsa karê nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê û hevkarîya heyî di navbera hukûmeta iraqî û ajansên UNê de kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

