Daxuyaniya hevbeş a YNK û PDK'ê
Kurdistan 05:50 PM - 2023-11-07
PUKMEDIA
Şanda YNK û PDKê li Pîrmamê dicivin
Civîna her du şandên bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi dawî hat û piştî civîna li Pîrmamê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.
Daxuyaniya civîna hevbeş a Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Sêşemî 07.11.2023, li navenda Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Pîrmamê, civîneke hevbeş di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de birêve çû.
Di hevdîtinê de rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê bi taybetî û rewşa hestiyar a navçeyê bi giştî hate gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser hevahengî û hevkarî û pêwîstiya komkirina hêz û karîna hemû aliyên siyasî ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê û danîna stratejiyek hevpar kirin, ku li gorî rewşa bûyer û guhertinên vê qonaxê be.
Her du alî hevnêrîn bûn li ser bihêzkirina xalên hevbeş û çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya berjewendiyên netewî yên Kurdistanê de.
Di mijareke din a civînê de, tekezî li ser piştevanîkirina pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina mafên darayî û mûçeyên Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra hertimî ya Iraqê de, kirin.
Di dawiyê de jî biryar hat dayîn ku civînan berdewam bikin û ji bo vê yekê jî mîkanîzmeke guncaw hat diyarkirin. Hêjayî gotinê ye ku civîn di atmosfereke aram û erênî de birêve çû.”
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

