Şanda bilind YNKê gihişte Pîrmam
Kurdistan 12:42 PM - 2023-11-07
PUKMEDIA
Be pele
Şandeke pilebilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo hevdîtina ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) gihîşt Pîrmamê,ku ji aliyê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî Cîgirên Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hatin pêşwazîkirin.
Şanda bilind YNKê bi serokatiya Bafil Celal Talebanî pêk hatine ji Qubad Talebanî, Xesrew Gul Mihemed, Derbaz Kosret Resûl, Rîfet Ebdullah, Şalaw Elî Eskerî, Îmad Ehmed û Saadî Ehmed Pîra ,her wiha sanda bilind partî pêk tê Nêçîrvan Barzanî ,Mesrûr Barzanî, Fazel Mîranî, Hoşyar Zêbarî, Mehmûd Mihemed, Azad Berwarî, Cafer Hêminkî ,Piştîwan Sadiq û Dilşad Şahab.
Beriya niha Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre ji PUKMEDIA re ragihandibû. “Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dê li Pîrmamê di asteke bilind de bicivin.’’
Saadî Ehmed Pîre got: "Di civînê de dê çend mijarên girîng ên girêdayî pêwendiyên her du aliyan, rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê, bûdce û hilbijartinên herêmê bên gotûbêjkirin."
Piştî lidarxistina kongreya pêncemîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û di yekemîn civîna Encûmena Serkirdatiyê ,Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî got:’’ Emê rûpeleke nû li gel partiyan ji bo xizmetkirina gel vekin û di vê çarçoveyê de YNKê destpêşxeriya serdana aliyê siyasî ragihand û li gor agahiyên PUKMEDÎAyê yekem civîna wê li gel PDKê be û piştre ligel aliyên din pêk bîne.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

