Lîsta YNK li Diyale: Em ji bo cîbicîkirina bendên madeya 140ê dixebitin
Îraq 10:24 AM - 2023-11-05
PUKMEDIA
Lîsta Yekîtî li Diyale
Lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê ya jimare 120 peyama xwe ya ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan
li parêzgeha Diyalayê ragihand û di wê hevdîtinê de tekezî li ser wê yekê kir
ku hilbijartinên dahatî hilbijartinên çarenivîsê ne.
Lîsteyê di peyama
xwe ya hilbijartinê de got: Navçeyên nekok bi giştî û parêzgeha Diyalayê bi
taybetî ji netewe, ol û mezhebên cuda pêk tên û mafên wan di destûra herdemî ya
Êraqê de hatine diyarkirin û ji ber vê lîsteya Yekîtiya Niştimanî ji bo
pabendbûna bi destûrê û tekezî li ser cîbicîkirina xalên maddeya 140 ya destûrê
têdikoşe.
Di lîsteyê de wiha
hat gotin: "Em hewl didin ku mafên destûrî yên welatiyan li parêzgeha
Diyalayê biparêzin, bingehên demokrasiyê xurt bikin, piştgirî li rêxistinên
civaka sivîl bikin û ji bo asayîkirina rewşê li navçeya Germesêr ku ji ber
berteka referandumê rastî şert û mercên awarte hatine, têbikoşin."
Lîsteyê amaje bi
wê yekê kir ku wê bernameyeke nû ya realîst ji bo xizmetkirina pêkhateyên
parêzgehê amade kiriye, û ku namzedên wê nûnertiya hemû pêkhateyên civakê dikin
û kesên jêhatî û dilsoz in.
Lîsteyê di dawiya
peyama xwe de wiha got: Ey Germesêr çawa ku we berê kurdistanîbûna Xaneqînê û Germesêr
nîşa, vê carê jî dengê xwe bilind bikin û bikin bahoz li dijî planên bermahiyên
terorîstên DAIŞê û piştgir û dostên wê yên ku bi salan e li dijî herêma we
planên jehrîn çêdikin û em biserkefin û wê Serkeftinê bikin belgeyeke din a
dîrokî ku kurdbûna Xaneqîn û hemû navçeyên nakok li parêzgeha Diyala îsbat dike
û bi vê serkeftinê em giyanê şehîdên xwe jî şad dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

