Qubad Talebanî pîrozbahî li Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir

Kurdistan 03:23 PM - 2023-11-04
 Qubad Talebanî PUKMEDIA

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî, berpirsê sekreteriya Serok Mam Celal, bi boneya 34 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, pîrozbahî li Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir û da zanîn ku, ew têkoşîn û qurbanîdana wan di 34 salên derbasbûyî de, bi bilindî bilind  bo paraztina mafên jinan .
Nivîsa pîrozbahiyê ya Qubad Talebanî wiha ye:
Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê Xanim Kafia Silêman
ndamên hêja yên Sekretariyetê û hemû endamên Yekîtiya Jinên Kurdistanê.
Bi boneya 34 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we û endamên Yekîtiya Jinên Kurdistanê dikim û bi bilindî nirx didim têkoşîn û qurbanîdana we ya 34 salên derbasbûyî yên ji bo parastina mafên jinan. 
Tevî hewlên we yên dilsoz , rêxistin û çalakvanên din, ne veşartî ye ku rewşa jinan di civaka me de ne di asta tê xwestin de ye, lewra pêwîst e bi nêrîneke rexneyî ya rewşa niha û mekanîzmayên xebatê yên pêşerojê, nirxandineke nû were kirin , bi hevkarî û hevahengiya li gel rêxistin û çalakvanên din di warê mafên jinan de.
Divê hûn bi hev re xeletî û kêmasiyan teşhîs bikin û piştre plan û stratejiyek li gorî rewşa civakî, siyasî û aborî ya civaka Kurdistanê ava bikin û hêzeke xurt bidin tevgera jinên Kurdistanê.
Ez bi hêvî û geşbîn im ku Yekitiya Jinên Kurdistanê 34 saliya damezrandina xwe bike helkefta xweragirtinê û di salên pêş de bingehek bihêztir ji têkoşînê re deyne.

Berpirsê sekreteriya Serok Mam Celal

Qubad Talebanî, 
PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket