Serokê Herêma Kurdistanê: YNK û PDK hilbijartinan dixwazin
Kurdistan 11:46 AM - 2023-11-04
Rûpela Tayîbet Facebook Serokê Herêma Kurdistanê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî :“Ti rêkeftinek ji bo paşxistina helbijartinên Herêma Kurdistanê nîne û em rijd in li ser lidarxistina helbijartinan di dema xwe de û ti rêkeftin li gel YNKê jî bo paşxistina hilbijartinan nehatiye kirin.”
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ragihand li Fransa di civîneke çapemeniyê de "Em pabend in ku hilbijartin di dema xwe de bên lidarxistin û YNK û PDKê ti rêkeftinek ji bo paşxistina hilbijartinan çênekirine û divê hemû alî pabendî wê yekê bin."
Di derbarê yekemîn civîna YNK û PDKê ya piştî kongreya pêncemîn a YNKê , Serokê Heremê got: “YNK û PDK dê vê hefteyê li ser çend mijarên girîng wê bicivin.’’
Ev demek e, di nava hefteyekê de , medyaya fermi Neweyê Nû bi alîkariya Şaswar Ebdulwahîd Qadir nûçeyek derew belav kir û tê de ragihand, YNK û PDK li ser daxwaza YNKê li ser paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li hev kirine.
Le ser vê Serokê Herêma Kurdistanê nûçeya derew a Neweyê Nû derewand û got:’’ Ti rêkeftinek ji bo paşxistina helbijartinên Herêma Kurdistanê nîne û em rijd in li ser lidarxistina helbijartinan di dema xwe de û ti rêkeftin li gel YNKê jî bo paşxistina hilbijartinan nehatiye kirin.”
Rojnamevanekî berê yê NRT, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, got: “Ev nûçeyên xapînok bi piranî bi fermana rêberê Neweyê Nû têne weşandin û her yek ji rojnamevanên Neweyê Nû eger rexneyek bikin dê yekser ji kar bên avêtin, lewma hejmareke mezin ji rojnamevanên navdar ên Neweyê Nû ji kar hatin dûrxistin yan ji ber wijdanê xwe qebûl nekirine ku nûçeyên bi vî rengî biweşînin û dest ji kar berdana xwe ragihandine.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

