Hevpeymaniya Kerkûkê ji bo pêşxistina rastiya jîngehê dixebite

YNK 07:02 PM - 2023-11-03
Hevpeymaniya Kerkûkê Hêza û vîna me  PUKMEDIA

Hevpeymaniya Kerkûkê Hêza û vîna me

YNK Hilbijartin

Ehmed Kerkûkî namzedê hevpeymaniya Kerkûkê ya Hêza û vîna me ya hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê D. Ehmed Kerkûkî tekez kie kupêwîstiya Parêzgehê bi rêveberiyeke baş heye.

Dr. Ehmed Kerkûkî di daxuyaniyekê de bo PUKMEDIA ragihand: Pêwîstiya me bi kesekî heye ku parêzgeha Kerkûkê bi başî birêve bibe û dema ku em derbasî Encûmena Parêzgariya Kerkûkê bibin, emê pêşkêşkirina pirojeyên taybet kar bikin.
Got jî: Hevpeymaniya Kerkûkê dê kar bike bo giringîdana bi rastiya jîngehê û pêkanîna kempînên paqijkirina bajêr, çandina daran û zêdekirina cihên kesk.
Got jî: Emê kar bikin bo vekirina Kolêja Jîngehê li zanîngeha Kerkûkê, ku bibe faktarekî giring bo bilindkirin û rahênankirina kadroyên akademî yên peywendîdar bi hişyarî û parastina jîngehê.
Wî bal kişande ser wê yekê ku giringîdan bi parastina ewlehiya xwarinê, kontrolkirina sîstema hinartina dermanan, vekirina navendên tenduristiyê li gund û gundewaran, pêşxistina sektora tenduristiyê bi giştî û avakirina nexweşxaneyên nû li parêzgeha Kerkûkê dê ji karên me yên pêşîn bin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket