Talebanî: Nabe aramiya Iraqê bikeve metirsiyê
Kurdistan 05:49 PM - 2023-11-01
Ofîsa Qubad Talebanî
Qubad Talebanî û Alina Romanowski
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanosky kir û di wê hevdîtinê de rewşa ewlehiyê ya navçeyê û çendîn mijarên din ên balkêş gotûbêj kirin.
Di civînê de ku roja 01.11.2023 li Hewlêrê bi amadebûna Mark Straw Konsulê Giştî yê Amerîkayê hat lidarxistin, rewşa ewlekariya navçeyê hate gotûbêjkirin û di vê derbarê de Cîgirê Serokwezîr nîgeraniya xwe li hember îhtîmala zêdekirina aloziyan derbirî û daxwaz ji hikûmeta federal û aliyên Îraqî kir ku bi hestiyarî li hember vê rewşê rawestin û rê nedin ewlekarî û aramiya Îraqê bikeve metirsiyê.
Talebanî her wiha got: "Eger alozî zêdetir bibin dê hemû navçe ziyanê bibîne, lewra civaka navdewletî bi taybetî welatên bibandor li navçeyê bi rêya dîplomasiyê hemû hewlên xwe ji bo kêmkirina aloziyan û nehiştina xirabûna aramiyê li navçeyê bidin."
Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê û çawaniya çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya cîbicîkirina yasaya bûdceyê hatin gotûbêjkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

