Peyama Lîsta Kerkûkê: Hêz û vîna me ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan
Kurdistan 10:55 AM - 2023-11-01
PUKMEDIA
Hilbijartinên encumena parêzgehan
Lîsteya jimare 142 (Kerkûk Hêz û vîna me) peyama xwe ya ji bo
hilbijartinên encumenên parêzgehên li parêzgeha Kerkûkê ragihand û tê de tekezî
li ser wê yekê kir ku hilbijartinên dahatî hilbijartinên giring in.
Lîsteyê di peyama xwe got: Ji aliyê giringiya hilbijartinên dahatî
ve, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Komunîst biryar dan ku bi
lîsteyek yekgirtî û hevpeymaniyeke hevbeş beşdar bibin û her çend hewlên mezin
ji bo hemû aliyên Kurdistanî hatine kirin ku bi yek lîste û bi hevpeymaniyek
hevbeş beşdarî van hilbijartinan bibin, mixabin aliyên din jî ber bi vê yekê ve
pêşneketine û biryar da ku bi lîsteyên cuda beşdar bibin.
Lîsteya jimare 142 ya (Kerkûk Hêz û vîna me) di nameya xwe de ku jê
kopiyek ji PUKMEDÎAyê re hatiye pêşkêşkirin de wiha tê gotin: Piraniya partiyên
ku di çend lîsteyan de cih digirin baş dizanin ku lîsteyên wan xizmetê ji wan
re nakin û heta xizmeta neteweya wan nakin ji bilî windakirin û belavkirina
dengên dengderên Kurd, lewra Yekîtiya Niştimanî û Partiya Komonîst biryar dan
ku bi lîsteyeke yekgirtî û hevpeymaniyeke hevbeş beşdarî hilbijartinan bibin.
Di peyama lîsteyê de hat diyarkirin ku hemû namzedên wê nûnertiya
hemû pêkhateyên Kerkûkê dikin û kesên jêhatî ne û nûnertiya girseyên parêzgehê
dikin.
Parêzgeha Kerkûkê giringiyeke taybet ji bo Yekîtiya Niştimanî heye
û bi hemû hewlekê hewl dide ku rêjeya herî zêde ya dengan di hilbijartinên
encumenên parêzgehan de bidest bixe, bo îsbatkirina kurdayetiya parêzgehê.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi Partiya Komunîst a Kurdistanê
re bi navê (Kerkûk hêza û îradeya me) û bi jimareya 142 bi 30 namzedan beşdarî
hilbijartinên pêşwext dibe.
Di lîsteyê de bernameyên berfireh ên li ser warên îdarî, ewlekarî,
tenduristî, jîngeh, pîşesazî, perwerde, xwendina bilind, huner, werzîş, ciwan,
çandinî û avdaniyê hatine amadekirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

