Yekîtiya Niştimanî îro dest bi kampînên hilbijartinan dike
Rêportaj 10:34 AM - 2023-11-01
PUKMEDIA
Logoya YNK
Îro 1-11-2023ê kampîna
propagendaya hilbijartinan bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Êraqê ku
biryare di 18-12-2023ê de birêve biçe, dest pê dike.
Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê hemû amadekariyên hilbijartinan bi dawî kirine û li 4 parêzgehan
bi 112 namzed di gel namzedek serbixwe li paytext Bexdadê beşdarî hilbijartinan
dibe.
Li gor
daxuyaniyeke Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ku ji aliyê PUKMEDIA
ve hatiye şopandin de îro Çarşemê 1/11/2023, kampîna hilbijartinan ji bo
hilbijartinên encumenên parêzgehên Êraqê dest pê dike, ku dê heta 15/12/2023 bi
beşdariya zêdetirî 6 hezar namzed berdewam bike bi 134 lîsteyan de hevrikiyê
dikin ku kursiyên encumena 15 parêzgehaên Êraqî yên ne birêxistin kirî li
Herêmê bi dest bixin.
Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê bi lîsteyeke serbixwe beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha
Diyalayê dibe, lê li parêzgehên Kerkûk, Nînewa û Selahedîn di nava
hevpeymaniyên hilbijartinan de û li Bexdayê jî bi namzedek serbixwe beşdar
dibe.
Berpirsê Ofîsa
Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî Rizgar Hec Hema di daxuyaniyekê de ji
PUKMEDIA re ragihandibû: Yekîtiya Niştimanî ji bo hilbijartinên encumenên
parêzgehan 112 namzed hene û ti namzedên me di yasaya berpirsînê û dadperweriyê
de cih negirtine.
Got jî: Hemû
namzedên me kesên jêhatî û berpirs in û ti dîroka wan nîne ku beşdarî nava partiya
Beis ya hilweşiyayî bibin û hêvîdarim baweriya welatiyan bi dest bixin bo
parastina mafên xwe yên rewa û amaje bi wê yekê jî kir ku Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê hemû amadekarî bo beşdarîkirina di hilbijartinên dahatî yên
encûmenên parêzgehan de kiriye û dê kar ji bo misogerkirina serkeftina namzedên
xwe bike daku bibe berevankarên mafên xelkên navçeyên nekok.
YNK encumena
parêzgeha Kerkûkê di çarçoveya (Hevpeymaniya Kerkûkê hêz û vîna me ye) de û di
lîsteya jimare (142) de beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dibe, ku
di 5-8-2023 de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya hevpeymaniya
Kurdistanî ragihand bo hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji bo ku dengên
Kurdistanî belav nebe.
Lîsteya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgeha Diyalayê bi hejmara (120) beşdarî
hilbijartinên encumenên parêzgehan dibe.
Li Parêzgeha Nînewayê,
Yekîtiya Niştimanî di hilbijartinên encumenên parêzgehan de bi lîsteya
(Yekîtiya Xelkê Nînewa) bi hejmara (134) beşdar dibe.
Li Parêzgeha
Selahedîn,Yekîtiya Niştimanî di hilbijartinên encumenên parêzgehê de bi lîsta
“Girseyên Netewî” bi hejmara (226) beşdar dibe.
Namzedê serbixwe
yê Yekîtiya Niştimanî li Bexdayê hejmara 204 e.
Li gor Komisyona
Bilind, hejmara dengderên tomarkirî li Biyometrîkê li 15 parêzgehên ne
rêxistinkirî li herêmê gihîştiye (16,158,788) dengderan, ku di nav wan de
dengên giştî (15,108,135) dengder, dengdana taybet ji hêzên çekdar û dezgehên
ewlehiyê (1,002,393) hilbijêr hene, û koçber (48,260) dengderin, û bi pejirandina
desteya komîseran ya dawîkirina navend û navendên dengdanê ji bo dengdana
giştî, taybet û awareyan, hejmara navendên dengdanê gehişte (7,766) bi giştî.
ji (38.040) navendên dengdanê.”
Li gor amarên ku
ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan ve hatine ragihandin, di hilbijartinên
encumenên parêzgehan de 134 lîste beşdar in, ji wan 39 hevpeymanî, 29 partî û
66 namzedên serbixwe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

