Serok ji şanda xelkê Şingalê re: Çareserkirina pirsgirêkên heyî û vegera awareyan
Kurdistan 05:11 PM - 2023-10-31
Medya Serokatiya Komarê
Serokkomar bi heyeteke gelê Şengalê re dicive
Îro sêşem 31.10.2023 li Koşka Bexdayê, cenabê Serokkomar Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd pêşwaziya şanda kordînasyona pêkhate û hêzên niştimanî Şengalê kir.
Di hevdîtinê de dosyeya awareyan li welat hate gengeşekirin û birêz Serokkomar tekezî li ser wê yekê kir ku di zûtirîn dem de ev dosyaya mirovî bi dawî were, bi rêya misogerkirina vegera hemû awareyên ku heta niha di şert û mercên dijwar de di kampên awareyan de dijîn.
Cenabê wî balkişand li ser giringiya hewlên hevbeş ên hemû hêzên siyasî ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê û baştirkirina rewşa jiyanê û xizmetguzariya welatiyan.
Serokkomar şert û mercên koçberan dişopîne
Birêz Serok bal kişand ser pêwîstiya diyalogê û berdewamiya wê di navbera hemûyan de ji bo giheştina çareseriyên radîkal ji pirsgirêkên heyî re, bi taybetî vegerandina awareyan bo malên xwe, û tekez kir ku serdanên meydanî yên komîta ser bi Serokkomar in ji bo şopandina şert û mercên koçberan û ji bo çareserkirina vê dosyaya mirovahî ya girîng.
Û wî anî ziman ku aramiya ewlehiyê ji bilî pêşkêşkirina xizmetguzariyan, berdewamkirina proseya nûavakirinê, nûavakirina jêrxanê, destpêkirina pirojeyên xizmetguzariyê, û avakirina xaniyan ji bo awareyan berî ku vegerin warên xwe, giringiyeke mezin e, û amaje bi wê yekê jî kir ku bajarê Şingalê tûşî ziyanê ,tundûtûjî û terorîzmê bûye, ku bandorek neyînî li gelek warên jiyana aborî û xizmetguzariyê kir.
Çalakirina Fona Şengalê
Ji aliyê xwe ve endamên şandê balkişandina birêz Serok ji bo dosyeya koçberan bilind nirxand, herwiha şanda mêvan behsa êş û azarên wan û astengiyên li pêşiya vegera wan bo mal û bajarên xwe, di warê xizmetguzariyê de, çalakkirina Fona avakirina Şingalê kirin, dayîna tezmînat ji bo kesên ku bandor bûne, peydakirina xaniyên guncaw ji bo vegera wan û aktîvkirina rola rêxistinên Neteweyên Yekbûyî di vî warî de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

