Telar Letîf: Herêm di nebûna qanûndanînê de ye
Kurdistan 01:18 PM - 2023-10-28
PUKMEDIA
Telar Letîf
Berpirsê Navenda Yasayî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje: "Herêma Kurdistanê niha di nebûna desthilata yasadanînê de ye û divê di zûtirîn dem de hilbijartinên rûniştina şeşemîn parlamentoyê were lidarxistin."
Berpirsê Navenda Yasayî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Telar Letîf di gotarekê de li hejmara 7an a kovara Navenda Yasayî de hatiye nivîsandin ku di beşa Nerîn ya PUKMEDIA de hatiye weşandin de wiha dibêje:’’ Yek ji stûnên sereke yên demokrasiyê hilbijartin e û ji bo bibandorbûna hilbijartinê pêwîstî bi yasayên guncaw û bi zanebûn hene, yasa ji me re dibêje ku divê hilbijartin bo heyameke diyarkirî, bi awayekî paqij, dûrî sextekarî û diziyê û li gorî îradeya dengderan were kirin.’’
"Nabe partiyek bûdceyeke mezin ji bo helmeteke hilbijartinê terxan bike, bi taybetî bûdceya ku jêdera wê ne diyar e yan jî pereyê petrolê û diravên giştî ne. Ji ber vê yekê hilbijartin li welatên demokrat bi başî digihêjin armancên xwe, lê li welatên din ku nagihîje wê armancê , kes û aliyên xelet digihêjin cihê berpirsyarî û nûnertiyê.” Telar Letîf dibêje
Telar Letîf berpirsê Navenda Yasayî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) got: “Divê Kurd bi yek lîste beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan bibûna, weke ku YNK daxwaz kiriye, daku helmetên hilbijartinan li dijî hev nebin û dengên Kurdan belav nebin û pûç nebin.’’
Telar Letîf di derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê got:"Herêma Kurdistanê niha bi sedema bidawîhatina rûniştina pêncem a parlamentoyê di nebûna vê saziya giring de ye û bi eşkere em dikarin bêjin ku, herêm hêza yasadanînê nîne, ji ber wê jî divê di demeke nêzîk de hilbijartinên rûniştina şeşemîn a parlamentoyê were lidarxistin."
Nakokiyên di nava hikûmetê de û kêmbûna azadiya raderbirînê li herêmê, bi taybetî piştî girtina çalakvanan li Badînan, pêgeha Herêma Kurdistanê lawaz kiriye. Niha hemû aliyên Kurdistanî pêwîste di berjewendiya giştî de nakokiyên xwe bidin aliyekî û careke din pêgeha Herêma Kurdistanê bihêztir bikin û vegerin ser rêya serdema Mam Celal, ku bibu sîwana berhevkar ya aliyên nakok yên Kurdistanê û bihêz kirina Helwesta kurdan li ser asta navxweyî{Iraq û Kurdistan} û navneteweyî.” Telar Letîf got
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

