Di nêzîk de.. destpêkirina kampanyayên propagandaya hilbijartinan
Kurdistan 03:05 PM - 2023-10-27
PUKMEDIA
Hilbijartinên meclîsên parêzgehan li 15 parêzgehan têne kirin
Propagandeya hilbijartinan bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê ku biryar e 28.12.2023 birêve biçe, biryar e di heyama kurt de dest pê bike, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan navên hemû berbijêrên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bo Hilbijartinan pesend kir.
Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hacî Hama di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihandibû: “Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Kerkûk, Diyale, Selahedîn û Nînowa bi 112 berbijêr beşdar dibin û ti namzedên me di qanûna hesabpirsîn û dadmendiyê de cih negirtin.”
Rizgar Hacî Hama got jî: “Hemû namzedên me kesên jêhatî ne ku hêjayî erk û berpirsyariyê ne û tu dîroka wan a tevlîbûna partiya Beis a hilweşiyayî tune ye. Hêvîdar im ku baweriya welatiyan li navçeyên cihê nakokiyê bi dest bixin da ku mafên xwe yên rewa biparêzin.”
Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan eşkere kir ku, biryar e di destpêka meha Mijdara bê de kampanyayên propagandaya hilbijartinan dest pê bikin û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hemû amadekariyên pêwîst bo beşdarbûna hilbijartinên dahatî yên encumenên parêzgehan kiriye.
Li gorî daxuyaniya berdevkê ragihandinê yê komîsyonê ku nusxeyek jê ketiye destê PUKMEDÎAyê hatiye:Bi pesendkirina formên dawî yên qeyda dengdêran ji aliyê Desteya Komîseran ve, li 15 parêzgehan hejmara hilbijêrên biyometrîkî hatine tomarkirin ku geheştiye (16.158.788) dengderan, di nav wan de dengdêrên giştî (15.108.135), dengdana taybet ji hêzên çekdar û dezgehên ewlekarî (1.002.393) û kesên aware (48.260) dengderin û bi erêkirina Lijneya Komisyonê ya dawîn. Ji navendên dengdanê yên giştî û taybet û awareyan, hejmara navendên dengdanê gihişte (7766) navendan bi giştî 38040 navendên dengdanê heye.
Li gor amarên ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan ve hatine ragihandin, di hilbijartinên encumenên parêzgehan de 134 lîste beşdar in, ji wan 39 hevpeymanî, 29 partî û 66 berbijêrên serbixwe hene.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê weke lîsteyeke serbixwe beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Diyalayê dibe û li parêzgehên Kerkûk, Nînowa û Selahedîn jî di nava hevpeymaniyên hilbijartinan de beşdar dibe.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di çarçoveya (Hevpeymaniya Hêza Me û Îradeya Me ya Kerkûkê) ku 8 /5/2023 hat ragihandin û di lîsteya jimare (142) de beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dibe, ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Komunîst tê de cih digirin ku wek yekem hevpeymaniya Kurdistanî bo hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji bo ku dengên Kurdistanî belav nebe pêk hatiye.
Lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgeha Diyalayê bi hejmara (120) beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan dibe.
Li Parêzgeha Nînowa, Yekîtiya Niştimanî di hilbijartinên encumenên parêzgehê de bi lîsta (Yekîtiya Xelkê Nînowa) bi hejmara (134) beşdar dibe.
Di derbarê Parêzgeha Selahedîn de jî, namzedê Yekîtiya Niştimanî di hilbijartinên encumenên parêzgehan de bi lîsta “Girseya Netewî” ya bi hejmara (226) beşdar dibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

