Serok Bafil: Bihêzkirina hevkariyê di navbera dezgehên ewlehiyê de
Kurdistan 08:19 PM - 2023-10-26
Nivîsgeha rojamevanî yê serok Bafil
Serok Bafil
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li Silêmaniyê serdana baregeha Rêveberiya Operasyonên Dezgeha Asayîşê li Herêma Kurdistanê kir û li wir ji aliyê Rêveberê Operasyonên Serxîl Kemal û hejmarek efser û pilebilind ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de Serok Bafil Celal Talebanî guhdariya raporteke berfireh li ser xebat û çalakiyên berdewam yên birêveberiya ji bo parastina ewlekarî û aramiya deverê kir û spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî rêveber û hêzên operasiyona asayîşê kir ji bo berdewamiya xebata wan bo parastina aramiya Herêma Kurdistanê û got: Hewldanên we yên rûbirûbûna terorê û çalakiyên we yên berdewam bo arastina can û mal û milkê welatiyan û peydakirina jiyaneke aram cihê şanaziyê ye û em bi hemû rêz lê dinirin.
Di derbarê rewşa ewlekarî û metirsiya paşmahiyên rêxistina terorîst a DAIŞê de, Serok Bafil Celal Talebanî ji amadebûyan re behsa bernameyeke nû ya pêkanîna operasyonên leşkerî kir û daxwaza berfirehkirina hevkarî û hemahengiya di navbera dezgehên ewlekarî û îstixbaratî li navçe û Êraqê kir, û tekez kir ku ev pêngav faktoreke girîng e ji bo zêdekirina ewlehî û aramiyê.
Di beşeke din ya vê hevdîtinê de Serok Bafil ferman da hêzên operasiyonê ku li hember her hewleke ku ji bo metirsiyan û têkbirina asayîşê be rawestin û got: Jiyan û ewlekariya welatiyan karê we yê sereke ye, divê hemû hewlên we di vî warî de bin û em jî dê piştevaniya we bikin .
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

