Îmad Ehmed: YNK li eniya gel û xizmetguzariyê daye
Kurdistan 08:42 PM - 2023-10-25
PUKMEDIA
Îmad Ehmed bi desteya ragihandinê re dicive
Roja Çarşemê 25/10/2023 yekemîn civîna Desteya Ragihandinê bi çavdêriya Berpirsê Buroya Ragihandin û Hişariyê rêheval Îmad Ehmed hate lidarxistin.
Di civînê de Serokê Desteya Ragihandinê Letîf Nêrweyî amade bû, rêheval Emad Ehmed gotarek berfireh li ser rewşa giştî ya welat û erk û berpirsyariya ragihandina YNKê di vê derbarê de pêşkêş kir ku ji bo xizmetkirina berjewendiyên giştî ye û xetên giştî yên karê medyayî yên YNKê li gor şert û qonaxa îro û tekezî li ser pabendbûna bi prensîbên xebata ragihandinê û durustî, bi rêzgirtina etîka rojnamevanî ji hevalan şîrove kir.Her wiha ji hevalên amadebûyî re jî diyar kir ku di çarçoveya parastina pêkhateyên herêmê de û gihandina siyaseta rast a YNK’ê ji bo xizmetkirina gel, çawa kar bikin.
Rêheval Îmad Ehmed li ser siyaseta nû ya YNKê piştî kongreya pêncemîn,wekû yek tîm û yek biryar li ser mijarên giştî axivî û diyar kir ku xetên giştî yên YNKê di çarçoveya siyaseta aqilane ya serok Mam Celal de bê birêvebirin û YNK dê li ser eniya gel bimîne û xizmet bike û bigihê mafên destûrî û yasayî yên gelê kurd. Divê medyaya YNKê wek her carê di xizmeta van armancên bilind de be.
Di beşeke din ya civînê de, Rêheval Letîf Nêrweyî Serokê Desteya Ragihandinê, bernameya nû ya medyayî ya YNKê pêşkêş kir û tekezî li ser yekxistina gotara medyayî û rêkxistina saziyan bi awayekî ku li gorî têkoşîna rêxistinî ya îroyîn be, kir.
Piştre li ser mekanîzmayên organîzekirina çapemeniyê û pêkanîna erkên bi awayekî ku di xizmeta gel de be, nîqaşeke vekirî hate kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

