Serok Bafil: Divê Malbend û navendên YNKê di xizmeta gel de bin

Kurdistan 09:58 PM - 2023-10-24
Serok BafI bi Sarkawt Zekî , Luqman Wardî û Xidir Mistefa civiya re dicive PUKMEDIA

Serok BafI bi Sarkawt Zekî , Luqman Wardî û Xidir Mistefa civiya re dicive

Serok Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li gel berpirsê nû yê malbenda  Raperîn Luqman Werdî û berpirsê nû yê malbenda Soran Xidir Mistefa civiya.
Di civînê de Serokê Buroya Rêxistinê Sarkawt Zekî jî amade bû Serok Bafil Celal Talebanî erk û  xebatên rêxistinî rave kir û got ku herêmên Balakaity, Soran, Rewandûz, Hacî Omeran, Bradost, Herîr , Şeqlawa ,Pişder,Bitwîn û Raperîn ku bi şanazî navên xelkê van deveran di şoreş û tekoşîna Kurdistanê de tînin ziman. Ev sînor ji bo YNKê giringiyeke taybet heye û divê em zêdetir xizmeta wan bikin, erkê malbend û navendên YNKê ye ku xizmeta xelkê têkoşer ên van navçeyan bikin û kêmasiyan çareser bikin.
Di berdewamiya hevdîtina han de Serok Bafil hêviya serkeftinê ji bo rêheval Xedr Mistefa û Luqman Werdî di erkên wan  yên nû de xwest û piştgîriya xwe ya tevahî ji bo bicihanîna erk û xizmetkirina gelê Raperîn û Soranê nîşan da.
Di bersivê de berpirsên malbendên  Raperîn û Soranê spasiya Serok Bafil kirin ji bo piştgiriya wan  û tekez kirin ku ew dê hertim xizmeta gel û herêma xwe bikin û pabendî siyaseta nû ya YNKê bin.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket