Serokên buro û desteyên Ragihandin û hişyariyê destbikarbûn
Kurdistan 11:51 AM - 2023-10-24
PUKMEDIA
Berpirsên Nû yên Ragihandinê
Di merasîmekê de rêheval Îmad Ehmed ji bo berpirsê Buroya Ragihandinê, rêheval Letîf Nêrweyî weke Serokê Desteya Ragihandinê û Necmedîn Feqê Ebdullah jî weke berpirsê Desteya Hişariyê hatin destnîşankirin. Rêheval Stran Abdullah endamê meclîsa serkirdayetiyê pêşwaziya serokên nû yên buro û desteyan kir.
Roja 22.10.2023`an li baregeha Buroya ragihandin û hişariyê bi amadebûna endamên bûroyê û berpirsên kanalan, rêûresma pevguhertina berpirsên bîroya ragihandin û hişariyê destbikarbûna berpirsên desteyê birêve çû.
Serokê berê yê Buroya Ragihandin û Hişariyê Stran Ebdullah bixêrhatina rêheval Îmad Ehmed, Letîf Nêrweyî û Necmeyn Feq Ebdullah kir û bi boneya postên wan ên nû pîrozbahî li wan kir û got: “Di demên borî de weke tîmekê ligel hevalên Buroyê kar kirine û bûne berpirsê armanc, peyam û erkên ragihandina YNKê. Wî got: “Ew ê wekî nivîskar û rojnamevanekî her tim piştgiriyê bide çapemeniyê.’’
Rêheval Îmad Ehmed Berpirsê Buroya Ragihandin û Hişariyê spasiya rêheval Stran Ebdullah kir ku di erkê xwe yê nû de weke berpirsê desteya siyasî ya YNK`ê destbakrbû û got: “Em ê ji bo pêşxistina ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wek tîm û arasteyek medyayî kar bikin ji bo nêrîna siyasî ya YNKê û armanc û peyamên YNKê bi zelalî ragihînin, bi şêwirîn û stratejî ji bo pêşerojeke geştir.’’
Serokê Buroya Ragihandin û Hişariye wiha got: “YNK berdewam dibe di rêya Serok Mam Celal de û piştî kongreya pêncemîn nêrîna YNKê diyar e ku bi rêya YNKê xizmeta gel, Kurd û Kurdistanê bike.’’
Wî rayedarê YNKê eşkere kir ku medyaya YNKê ji destpêkê ve xwedî dîrokeke baş û geş bûye û dibistaneke perwerdekirina bi sedan kadro, nivîskar û rojnamevanan e, ji ber wê jî di qonaxa nû de emê şiyana mirovî û medyayî ya YNKê pêş bixin.
Serokê Desteya Ragihandinê Letîf Nêrweyî jî bal kişand ser rola rêheval Stran Ebdullah di Rigihandinê de û wiha got: “Bi piştevaniya hemû aliyan û stratejiyeke nû, emê kar li ser pêşxistina gotara medyayî ya YNKê bikin û bi giştî şiyanên wê ji bo xizmetkirina YNKê û ji wir jî bo xelkê bikar bînin.’’
Ji aliyê xwe ve serokê desteya hişyariyê Necmedînî Feqe Ebdullah behsa rola Stran Ebdullah kir. "Di avahiya nû ya Buroya Ragihandinê de desteya hişyariyê hat zêdekirin û li kêleka erka çapemeniyê dê girîngiyeke tam û paralel bidin hişyariyê."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

