Yekitiya helwest ji bo bidestxistina mafên herêmê li Bexdayê
Kurdistan 10:34 AM - 2023-10-19
PUKMEDIA
Logoya Yekîtî û nexşeya Herêm û Êraq
Serokê Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di çarçoveya beşdariya li panêlê
bi navê “Sîstema Siyasî û Dewletavakirina Êraqê” di çarçoveya dîdara MÊRÎ ya li
Hewlêrê de, tekezî li ser niyeta Yekîtiya Niştimanî kir ku şandekê pêk bîne û
serdana hemû aliyan bike û bernameya xwe eşkere bike û got: “Em dikarin bi rêya
Bexdayê xizmeta Kurdistanê bikin û dive hemû alî bi hev re biçin Bexdayê û
piştgiriya hikûmetê bikin, ji ber ku eger partî yekgirtî bin, dê helwesta
hikûmetê li wir bihêz be.
Yekîne maf û destkaftên
aborî yên herêmê garantî dike.
Endamê Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Xidir Mistefa di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: Yekitiya helwesta partiyên Kurdistanî hertim dibe alîkar bo bidestxistina berjewendiyên Herêma Kurdistanê û eger di dema borî de yekrêzî têk çûbe, piştî kongireya pêncem a Yekîtiya Niştimanî, YNK hewl dide ku peywendiyên xwe û xebata ji bo pêkanîna yekîtiya Kurdistanê aktîv bike.
Endamê Encumena
Serkirdayetî got jî: yekrêziya partî û aliyên Kurdistanî faktoreka giringe bo misogerkirina
maf û darayiya herêmê li Bexdayê û serdana şanda hikûmeta herêmê jî ku nûneratîya
aliyên beşdar di hikûmetê de dike, dê destkeftiyên zêdetir bi dest bixin û
pirsgirêkan baştir çareser bikin.
Xidir
Mistefa amaje bi wê yekê jî kir ku Yekîtiya Niştimanî daxwaza yekrêziya Herêma
Kurdistanê û Êraqê bi hev re dike û dê vê peyamê bi rêya şandeke bilind a
partiyê bigihîne hemû aliyên Kurdistanê ji bo bilezkirina proseya çaksaziyê,
çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û baştirkirina rewşa jiyana
welatiyên li herêmê.
Di
hevdîtinên şanda herêmê û Bexdayê de lihevkirina fireksiyonên Kurdistanî
Herêm Kemal
Axa serokê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî li Civata Nûneran di daxuyaniyekê de
ji PUKMEDIA yê re ragihand: Di civîna fireksiyonên Kurdistanî li gel şanda
Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê de, li ser pêwîstiya tevlîhev nekirina Pirsgirêka
mûçe, bûdce û mûçeyên darayî yên herêmê yên bi cudahiyên siyasî hene çêbû û ev
yek lihevhatina Kurdan û yekitiya helwestê di derbarê van dosyayan de nîşan
dide.
Serokê
Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekez kir ku divê aliyên Kurdistanî
zêdetir rêzên xwe derbarê mafên herêmê hevgirtî bin û ev yek berevajî li helwêsta
fireksiyonên kurdistanî di encumena nûneran de dike bo parastina mafên darayî yên hevwelatiyan diyar dibe.
Şanda
hikûmeta herêma Kurdistanê îro çarşemê 18.10.2023 gihîşte Bexda paytext û li
gel berpirsên hikûmeta federal û komîteya darayî ya civata nûneran civiya û
rewşa darayî ya herêma Kurdistanê gotûbêj kirin. Li wir têgihiştina baş hebû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

