Serokê Komar: Êraq baldare ku pêwendiyên hevseng ligel welatên cîran pêk bîne
Îraq 10:08 AM - 2023-10-18
PUKMEDIA
Serk Komar û Vatîkan
Serok
Komarê Êraqê D.Ebdulatîf Cemal Reşîd bang li Civaka Navdewletî kir ku ji bo
rawestandina êrîş û bombebaran sivîlan û nexweşxaneyên bajarê Xezayê bi biryar
û berpirsyarî hewlekê bide,parastina wan misoger bike û deriyên aram ji wan
welatiyan re veke bo gihandina alîkariyên mirovî bi awayekî bilez.
Di
pêşwazîkirinê li hejmarek serokên nûneratiyên dîplomatîk li Roma û Vatîkan, herweha
nûnerên dewletên di Neteweyên Yekbûyî de li avahiya rûniştina wî li Îtalyayê de,
Êraqê hevxemiya xwe ji gelê Filistînê re piştrast kir ku mafên xwe yê standî
vegerîn in.
Serokkomar balkişand li ser wê yekê ku Êraq baldare ku
peywendiyên hevseng ligel welatên cîran û cîhanê li ser bingeha rêzgirtin, ji
hev têgihiştinê, berjewendiyên hevbeş û rêzgirtina ji serxwebûna biryarên Êraqê
re deynin. A bi wê yekê jî kir ku Êraq li ser bingeha rola xwe ya sereke, hewl
dide ku bingehên aştî û aramiyê li navçê de bihêz bike, ji ber ku di wê
baweriyê de ye ku nakokî û şer pirsgirêkan çareser nake, belkî wan aloztir dike
û amaje bi wê yekê jî kir ku Êraq rastî şer, tundî, teror û dîktatorî hatiye ku
bandorek neyînî li ser gelek warên jiyanê kiriye, jiyana aborî, xizmetguzarî û jîngehê.
Herweha got Êraq îro pêşkeftineke berçav û pêşkeftinên erênî
dibîne, ji ber ku hikûmetê giringîyeke mezin daye aramiya asayîşê, ji bilî
pêşkêşkirina xizmetguzariyan, berdewamiya proseya çaksaziyê, nehiştina gendelî,
çaksazkirina jêrxanê û destpêkirina projeyên stratejîk bi taybetî piştî
pesendkirina bûdceya giştî ya sê salan, di vî warî de amaje bi rewşa
avadankirin, jinûveavakirin û aramiyê li bajarê Mûsilê ku festîvala buharê li
dar xistiye, û Besrayê ku pAlewanêtiya kûpaya kendava erebî li dar dixe, û
seredana Erbeînê, ku bû şahidê beşdarbûna nêzîkî 20 milyon mêhvanan bêyî bûyer
û binpêkirin, ku ev yek nîşana aramiya ewlehî û pêşketina bajarî li Êraqê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

