UNAMI serkeftina kongreyê li YNKê pîroz dike
Kurdistan 08:56 PM - 2023-10-16
PUKMEDIA
UNAMI pîrozbahiyê li YNKê dike
Roja 16.10.2023ê Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê Saadî Ehmed Pîra li ser vexwandina birêz Ricardo Rodriguez Berpirsê Ofîsa UNAMI li Herêma Kurdistanê serdana ofîsa NY li Hewlêrê kir. Ji aliyê Berpirsê Ofîsê Mutsî Munyaredzî û Şêwirmendê Siyasî yê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî li Herêma Kurdistanê Ezîz Barzancî ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û bi taybetî encamên kongireya pêncem a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê gotûbêj kirin.
Berpirsê Ofîsa UNAMI li Hewlêrê Ricardo Rodriguez ji ber serkeftina kongreya pêncemîn ya YNKê pîrozbahî li YNKê kir.
Saadî Ehmed Pîra tekezî li ser xalên bingehîn ên jiyana partiyê ya îroyîn , armanc û xizmetguzariyên wê yên stratejîk ji bo gelê Kurd kir, ji wan jî karkirina li ser bername û planên nû ji bo birêvebirina organên YNK`ê bi bikaranîna bîr û ramanên nû ji bo dewlemendkirina bername û armancên stratejîk ên pêşerojê. Her wiha di kongreyê de tekezî li ser nûkirina laş û xwîna YNKê hate kirin bi sûdwergirtina ji şiyanên ciwanan û gihandina wan di organ û postên cuda de. Herwiha di kongreyê de tekezî li ser parastina yekrêzî navxwe û yekrêziya hêz û aliyên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê hat kirin, ku di axaftina Serok Bafil Celal Talebanî û axaftinên mêvanên cuda yên kongreyê de bi zelalî hatiye xuyakirin.
Aliyekî din ê gotûbêjan tekezî li ser parastina guherîna keşûhewayê û çawaniya rêgirtin li ber bandora jîngehparêziya van guhertinan bû, bi taybetî avakirina bendavên zêdetir ji bo pêkanîna hevsengiya çavkaniyên avê li Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê.
Rêheval Saadî Ehmed Pîra got:’’ Piştî kongreyê, YNKê di dema nirxandin û pesna kar û bernameyên civaka navdewletî de, daxwaz ji dezgehên cuda yên civaka navdewletî dike ku kar û xebat bikin bi armanca vejandina zêdetir jêrxana aborî û mirovî ya Herêma Kurdistanê û peydakirina derfetên kar ji bo ciwanan û tebeqeyên cuda, bername û hewlên xwe ji bo hevkarîkirina piyan bo hevkariyeke zêdetir stratejîk biguherînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

