Wasta Resûl: Di 16ê Cotmehê de YNKê şerê sê dewletan kir
Kurdistan 04:05 PM - 2023-10-16
PUKMEDIA
Wasta Resûl endama Serkirdayetiya YNK
Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje:"Di 16'ê Cotmehê de me şerê sê dewletan kir. Em şikestin di şer de lê hîn hêzên din bi bê şer reviyan."
Endama Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û berpirsa berê ya eniya çarê li Kerkûkê Wasta Resûl di civîneke rojnamevaniyê de bi helkefta şeşemîn salvegera şehîdên 16ê Cotmehê, ragihand: ‘’Di 16’ê Cotmehê de Iraq, Tirkiye û Îranê li dijî me şer dikirin.”
‘’Di 16ê Cotmehê de me li dijî sê welatan şer dikir, Iraqê artêşa xwe bi çek û hêz li dijî me tijî kiribû, ji ber ku şer ne tenê Iraq kir , Îran û Tirkiyê jî gel wan bû, fermandarên her sê welatan şerê Xurmatû birêve dibirin."Wasta Resûl wiha dibêje
Her wiha got: "Di 16ê Cotmehê de em di şer de şikestin lê hêzên PDK reviyan û cihên xwe radestî artêş û Heşda Şeibî kirin. Ev cudahiya wê yekê ye ku divê gelê Herêma Kurdistanê bizane kê şer kiriye şehid daye û kî reviyaye."
Şeş sal bi ser bûyerên 16ê Cotmehê re derbas bûn ku artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî bi planekî navxwe û derve li devera Beşîr êrişî hêzên Pêşmerge kirin û di encamê de piştî çend saetên berevaniyê, 38 pêşmergeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) şehîd bûn û 104 pêşmerge jî birîndar bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

