Yekîtiya Niştimanî erkên Endamên Buroyê destnîşan kir
Kurdistan 04:21 PM - 2023-10-15
PUKMEDIA
Mekteba Siyasî
Polîtboruya Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê îro yekşemê 15.10.2023 li bajarê Silêmaniyê bi serpereştiya Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî bo cara duyem piştî kongireya pêncem civiya û di civînê de kar û erkên endamên Mekteba Siyasî ji bo qonaxa bê ya têkoşîna Yekîtiya Niştîmanî hatin diyarkirin.
Piştî bidawîhatina civînê, Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Saadî Ehmed Pîre di kongreyeke rojnamevanî de nav û erkên endamên mekteba siyasî wiha eşkere kir.
1- Qubad Talebanî, Berpirsê Ofîsa Sekreteriya Serok Mam Celal.
2- Serkewt Zekî berpirsê ofîsa rêkxistinê.
3-Balîsa Cebbar Ferman berpirsa mekteba şehîdan.
4-Îmad Ehmed berpirsê Ofîsa Ragihandin û Hişyariyê.
5-Derbaz Kosret Resûl Berpirsê Ofîsa Pêwendiyan
6 -Telar Letîf, Berpirsê Navenda Yasayî (di bin desthilata ofîsê de).
7-Burhan Seîd Sufî, berpirsê Ofîsa Rêxistinên Demokratîk.
8-Rizgar Hac Hema berpirsê ofîsa hilbijartinê.
9- Şalaw Şêx Selah, berpirsê nivîsgeha Serokê Yekîtiya Niştimanî.
10-Yûsif Goran, Rêveberê Navenda Lêkolînên Giştî (di bin desthilata ofîsê de).
11- Nizar Amêdî, berpirsê karûbarê ofîsa siyasî li Bexdayê.
12- Ehmed Heme Kerîm serokê desteya dahatê, Şiwan Mihemed Qadêr serokê desteya xerciyan.
Saadî Pîra jî di kongreya rojnamevanî de tekez kir: Mekteba siyasî dê di civînên xwe yên bê de dosyaya navendên rêxistinan û destnîşankirina berpirsên navendên rêxistinan ji bo pêkanîna erkên xwe li gor rêziknameya navxwe û bernameya nû gotûbêj bike.
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî tekez kir ku: “Şandek bilind ji Yekîtiya Niştimanî dê were pêkanîn û serdana hemû aliyên siyasî bike ji bo zelalkirina helwêstên nû yên Yekîtiya Niştimanî piştî kongireya pêncem li ser giringiya yekrêziya Kurdistanê, pêwîste xizmetkirina welatiyan û komek pirs û dosyeyên Kurd û Êraqî.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

