Serok Bafil: Têkoşerên me dê piştgiriya me bikin ku em bigihin armancên bilind
Kurdistan 11:34 PM - 2023-10-14
PUKMEDIA
Serokê YNK’ê serdana têkoşeran dike
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, li gel berpirsê Encûmena Berjewendiyên Bilind ê YNKê Şêx Cefer Şêx Mistefa, endamê desteya damezirîner Omer Şêxmûs, Dilêr Seyîd Mecîd ,Emad Ehmed endamanê Mekteba Siyasî û Berdevkê YNK'ê Saadî Ehmed Pîra li Silêmaniyê serdana serkirde û têkoşerên navdar ên YNK û Kurdistanê hevalan Hakim Qadir Hemecan, Hemîd Hacî Xelî, Ednan Hema Mîna û Letîf Şêx Omer kirin.
Di civînan de Serok Bafil Celal Talebanî amaje bi siyaset û stratejiya nû ya YNKê kir ku xizmetkirina xelkê, bihêzkirina pêgeha herêmê, parastina berjewendiyên netewî û parastina yekrêziya nav YNKê ye. Wî got ku siyaseta aqilane ya Serok Mam Celal dê bibe rêber û rênîşandarê me û sûdwergirtina ji ezmûna dewlemend a yên têkoşerên me dê piştgirî û alîkarîya me bike di gihandina van armancên bilind de.
Di civînan de, gotûbêjên dewlemend li ser bihêzkirina YNKê û bidest xistina armancên bilind hatin kirin û Serok Bafil got, hûn di dema borî de stûna vê partiyê bûn û em piştrast in ku hûnê bi heman ruhî li ser parastina yekîtiya xwe berdewam bin û ji bo bidestxistina berjewendiyên herî bilind xebat bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

