Serok Bafil: Bernameya sereke ya Yekîtî parastina yekrêziya navxweyî ye

Kurdistan 12:50 PM - 2023-10-11
 Serokê Yekîtî PUKMEDIA

Serokê Yekîtî

Serok Bafil Dîdara Mêrî YNK

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê BafIl Celal Talebanî wek kerekterekî siyasî û diyar li paneleke li ser sîstema siyasî û dewletsaz li Êra, beşdarî dîdara Mêrî yê îsal kir û ragihand: “YNK’ê xwedî dîrokeke tijî şehîd û têkoşer e, di serkirdayetiya nû ya YNK’ê de kesên gelek baş û xwedî ezmûn hene û bernameya sereke ya YNK’ê parastina yekrêziya navxweyî ye.

Herweha serokê yekîtî got jî: Em dizanin ku qeyran heye û her li piştî rûxana rêjîma Bais jî heta niha ne hatine çareserkirin, ji ber wê yekê em ji Silêmaniyê ve dest bi çeksaziyê dikin û emê vê bajarî bikin behest, “Divê em dadgehan serbixwe û dûrî partiyan bikin.
Herwiha got: “YNK li Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hevjariyeke stratejîk heye ku bi hev re rûbirûyî pirsgirêkan bibin.

 "Em ji xwe dipirsin çima ciwan û jin dengên xwe nadin me? Ji ber vê yekê divê em tiştekî bikin da ku dadgeh serbixwe bin û ji partiyan dûr bin û parlamento vegere ku desthilat ji bin siya partiyê derkeve.

“Em wek Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dê bi hemû aliyan re rûpeleke nû vekin û bê guhdana li tiştê ku di dema borî de rû daye, emê şandên xwe bişînin nav aliyên siyasî û hewl bidin bi nêrîneke nû bernameya xwe ragihînin, em hêvîdar in ku peyama me bigihe awayê ku em dixwazin biçe û bi hemû aliyan re pêwendiyên me yên baş hebin

 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket