Yekemîn civîna Mekteba Siyasî ya YNKê hat lidarxistin
Kurdistan 11:04 PM - 2023-10-10
PUKMEDIA
Civîna Mekteba Siyasî
Îro li Dabaşanê, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Serok Bafil Celal Talebanî yekemîn civîna Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li dar xist.
Berdevkê YNK'ê Saadî Ehmed Pîre got: "Îro rojeke girîng bû, yekemîn civîna Mekteba Siyasî piştî kongreya pêncemîn hat lidarxistin." Ya girîng ev bû ku îro danê sibê 10/10 me serdana hejmarek hevalan kir ku ji ber çi sedemê be jî nekarîn beşdarî kongreya pêncemîn bibin, serdana hevalan pêşniyareke girîng a kongreyê ye û em ê serdana hemû hevalan bikin. Wî got: Di serdana xwe ya ji bo rêhevalan Omer Fetah, Saman Germiyanî û Şoreş Îsmaîl de me ji wan re behsa xebatên vê qonaxa YNKê kir. YNK hem li çiya û bajar û hem jî di têkoşîna veşartî de parçeyek ji jiyana wan e.”
Derbarê qonaxa bê de jî berdevk wiha got: “Eşkere ye ku du hilbijartinên mezin li pêşiya me ne, encumenên parêzgehên Iraqê û parlamentoya Kurdistanê, ji ber wê jî yekrêziya nav YNKê û komkirina hemû şiyanan ji bo YNKê gelekî girîng e.’’
Di derbarê naveroka yekemîn civîna Mekteba Siyasî piştî kongreya pêncemîn Saadî Ehmed Pîre got: “Di civînê de gelek mijarên girîng hatin gotûbêjkirin ku ya herî girîng hilbijartinên encumenên parêzgehan û çawaniya amadekariya YNKê ji bo van hilbijartinên girîng bû.’’
“Di civînên bê yên Mekteba Siyasî de, dê erkên endamên Mekteba Siyasî li gorî şarezayiya wan di warên cuda de bên diyarkirin, herwiha şandek ji bo diyarkirina karê malbend , mekteb û saziyan di demeke nêzîk de bê hilbijartin û dê ji mekteba siyasî re raportê ji bo çawaniya karê wan, çi guhertinên pêwîst bo vê qonaxê û rewşa pêwîst e bi giştî pêşkêş bike.’’Her wiha got
Derbarê karê paşerojê yê YNKê li Bexdayê de jî, peyvdarê YNKê got:’“YNK hertim li Bexdayê amade bûye, hertim kar ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de kiriye, bi taybetî ew pirsgirêkên ku rasterast bi jiyana welatiyan ve girêdayî ne , divê em dudilî nebin ji bo danûstandina bi Bexdayê re bi awayekî ku em weke metirsî li ser herêmê nebînin ku mûçeyên karmend û xanenişînên bi rêya kartên bankan parve bikin û mûçeyê xwe di dema xwe de werbigirin û jiyana wan misoger bikin.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

