Berdevkê YNKê: Em zêdetir giringiyê didin ciwanan
Kurdistan 09:45 PM - 2023-10-10
PUKMEDIA
Saadî Ehmed Pîre
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) got: "Emê hemû hewlên xwe ji bo serkeftina her du hilbijartinên pêşwext kom bikin,em gelekî girîngiyê didin ciwanan û xeyalên wan pêk tînin.’’
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre di civîneke çapemeniyê de got; “Îro yekemîn civîna Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hat lidarxistin û me bi serokatiya Bafil Celal Talebanî serdana çend hevalên YNKê kir û emê serdanên xwe berdewam bikin. Wî got:“Mijara hilbijartinên encûmenên parêzgehan mijara civîna encûmena siyasî bû û giringe hemû şiyanên xwe kom bikin ji bo serkeftina van her du hilbijartinên li pêş me ye.’’
Berdevk wiha jî got: “Lijneyek ji bo guhertinên di nav organên YNKê de hatiye avakirin û di civînên bê de dê erk li ser endamên Mekteba Siyasî were parve kirin.’’
Saadî Ehmed Pîre got: “YNK xwe partiyeke ciwan dibîne û ji wê aliyê ve jî dixwaze giringiyeke mezin bide ciwanan û xeyalên wan pêk bîne û derfetên kar ji wan re peyda bike.’’
Berdevk Saadî Ehmed Pîre di bersiva pirsa ku ,“Eger mûçeyê fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve were parve kirin , herêm lawaz dibe got:’’Divê em ji bîr nekin ku em Kurd li Iraqa nû, xwedî serokomar û çend wezîr in , lewra em difikirin ku ew hizira ne rast e û herêm bi wê lawaz nabe.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

