Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê endamên Polîtbûroyê hilbijart
Kurdistan 07:43 PM - 2023-10-09
PUKMEDIA
Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro piştî nîvro bi serpereştiya Serok Bafil Celal Talebanî li Silêmaniyê dest bi civîna xwe ya roja duyem kir ku têda endamên Polîtbûroya YNKê hilbijart.
Îro Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), endamên Polîtbûroyê hilbijart û hejmarek ji endamên yedek Polîtbûroyê û berdevkê wê partiyê hilbijart.
Xesrew Gul Mihemed wek nûnerê serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di her sê Encûmenê YNKê hat destnîşankirin, ku pêk tê li Encûmena Serkirdayetiyê, Encûmena Berjewendiyên Bilind û Encûmena Piştgiriyê û wê beşdarî civînên her sê Encûmena be.
Endamên Polîtbûroyê pêk tên ji Refat Ebdullah, Şanaz Îbrahîm Ehmed, Ciwan Îhsan, Hawrê Daro, Nizar Amêdî, Şalaw Elî Eskerî, Şalaw Kosret Resûl, Derbaz Kosret Resûl, Talar Letîf, Aso Mamend , Burhan Seîd Sofî ,Îmad Ehmed û Şêx Ehmed.
Yûsif Goran, Dr.Rêwaz Fayeq, Sarkawt Zekî, Rizgar Hacî Hema, Şivan Qadir (Şivanê Rêveberiya Giştî ) wek endamên yedek ên Polîtbûroyê hat hilbijartin û Saadî Ehmed Pîre jî wek berdevkê YNKê û wê beşdarî civînên Encûmena Serkirdayetiyê, Encûmena Berjewendiyên Bilind û Encûmena Piştgiriyê bibe.
Piştî kongreya xwe Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Serok Bafel Celal Talebanî îro serpereştiya duyemîn civîna Encûmena Serkirdatiyê kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

