Çilrojiya şehîd Niyaz Dergelayî birêveçû
Kurdistan 07:21 PM - 2023-10-07
PUKMEDIA
Çilrojiya şehîdê Pêşmerge Niyaz Dergelayî
Îro şemiyê 7-10-2023`an piştî nîvro Çilrojiya şehîdê Pêşmerge Niyaz Dergelayî bi amadebûna hejmareke zêde ji heval, dost û kesûkarên wî li bajarê Ranyayê birêveçû .
Merasîm bi xwendina çend ayetên Qurana pîroz dest pê kir û piştre beşdaran destegul li ber peykerê şehîd Niyaz Dergelayî danîn û sirûd ji aliyê Peymangeha Hunerên Bedew a Ranya ve hate pêşkêşkirin.
Berpirsê malbenda Raperîn YNKê Ehmed Zirar behsa rola şehîd Niyaz Dergelayî di şoreşa nû de û berdewamiya têkoşîna wî heta dawiya şehadeta xwe ya li ser rêya Mam Celal kir û got.“Em îro li ber peykerê şehîd Niyaz radiwestin û bejna xwe li ber, têkoşîn û dilsoziya wî ditewînin.’’
Armanca şehîd Niyaz xizmetkirina gelê Herêma Kurdistanê bû
Wî got: “Şehîd Niyaz Dergelayî rêhevalekî têkoşer yê YNK’ê bû û li her cihê ku YNK’ê kar bê sipartaba , Niyaz Dergelayî amade bû. Armanca şehîd Niyaz xizmetkirina gelê Herêma Kurdistanê bi giştî û herêma Raperînê bi taybetî bû, ji bo vê heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da.’’
Luqman Wardî wek nûnerê cîgirê serokwezîr û encûmena serkirdatiya YNKê di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û got: Şehîd Niyaz Dergelayî zêdetirî 40 salan ji jiyana xwe bo azadiya gelê xwe terxan kiriye, mixabin 40 roj berê bi destên xiyanet û terorê şehîd bû, xwe feda kir.’’
Yekîtî tenê ji Xwedê re serê xwe ditewîne
Wî zêde kir:“Em wek Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tawîzê nadin xwîna ti kadro, pêşmerge û fermandarên xwe yên ku bi xiyanet û terorê şehîd bûne,wekû Serok Bafil di pêncemin kongreya YNKê de got (Em wekû Yekîtîyê tenê ji Xwedê re serê xwe ditewînin) û ev jî ji me re dibêje ku YNK weke kelehekê li pişt me ye û tawîzê nade xwîna me.”
Aram Qadir Xebat wêneyekî taybet yê şehîd Niyaz Dergelayî pêşkêşî malbata wî kir û got: ‘’Geliyê Xanaqa, Rewandz, Balakatî, Dergala û Soran şahidên lehengiya şehîd Niyaz Dergelayî ne û em şahidiya wê yekê dikin ku şehîd Niyaz Dergelayî hemû hewlên xwe ji bo baştirkirina rewşa xelkê Herema Kurdistanê da. ‘’
Şehîdê Pêşmerge serfiraziya YNKê û Kurdistanê ye
Got jî: Şehîd Niyaz di temenekî gelek ciwan de tevlî refên Pêşmerge bû û di wî temenê xwe yê biçûk de beşdariya wî di lehengiya Pêşmerge de diyar bû, bi çend hevalên din re hat serê çiyê û agirekî din da pêşmergeyan û ev jî cihê şanaziyê ye ji bo malbat, xizm, dost û hevalên wî û îro şehîd Niaz Dergelayî bi bîr tînin û soza berdewamkirina rêya wî didin.’’
Di dawiya merasîmê de axaftina malbata şehîd Niyaz Dergelayî ji aliyê kurê wî ve hate xwendin û piştî bixêrhatina mêvanan , spasiya YNKê kir ku hertim li pişt wan bûye û soza berdewamiya li ser rêya şehîd Niyaz û xizmetkirina gel û welat da.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

