YNK kurdbûna Kerkûkê diparêze
Kurdistan 12:58 PM - 2023-10-07
PUKMEDIA
Logoya YNKê, peykerê Pêşmerge li Kerkûkê, ala Kurdistanê
YNKê hertim hewl daye xizmeta Kerkûkê bike ji ber ku Kerkûk û YNK hevalcêwî ne, di hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê de YNK dê hewla parastina nasnameya Kurdistanî ya Kerkûkê wê bide, endamekî serkirdatiya YNKê got:’’YNK ji bo Kerkûkê Kurdayetiyê dike , ne ku partîbûnê û bê cudahî xizmeta hemû pêkhateyên bajêr dike.’’
YNK dê nasnameya Kurdistanî ya Kerkûkê biparêzeEndamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê Rewand Mela Mehmûd ji PUKMEDIA re ragihand: "YNK hewl dide nasnameya Kurdistanî ya Kerkûkê biparêze, ne ku dijayetiya aliyên Kurdistanî bike. Berî niha jî hewl dabû ku hemû aliyên Kurdistanî bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehên Kerkûkê bibin, lê hewla wê bê encam ma."
Rewand Mela Mehmûd got: ‘’Namzetên hevpeymaniya Kerkûkê di navbera YNK û Partiya Komunîst a Kurdistanê de namzedên baş in û hewlên wan jî bo kurdbûna bajêr e.’’
YNK kurdayetiyê dike, ne siyaseta partiyanYNK û Kerkûk du hevdu ne, Serok Mam Celal berê jî bi belgeyên arşîvî kurdbûna wî bajarî îspat kiriye û niha jî li ser heman rêya Serok Mam Celal YNK jî hewl dide kurdbûna bajêr bide naskirin.
Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê Feryal Ebdullah ji PUKMEDIA re wiha got: "YNK ji bo Kerkûkê kurd e, ne partî ye, ji ber wê jî hewl dide di hilbijartinên bê yên encumenên parêzgehên Iraqê de li bajêr herî zêde dengan bi dest bixe, parêzgarekî kurd ji bo Kerkûkê destnîşan bike û bi vî awayî bê cudahî xizmeta hemû pêkhateyên bajêr bike."
Her wiha got: "Ji bo YNKê, Kerkûk xwediyê taybetmendiyên xwe ye û di vê çarçoveyê de, kongreya xwe ya pêncemîn bi pêş xist da ku bi xwîneke nû beşdarî hilbijartinan bibe û bi hemû hewldan bo serxistina proseyê."
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo parastina nasnameya kurdî ya Kerkûkê di hilbijartinên 18ê Kanûna 2023an de, bi Partiya Komunîst a Kurdistanê re hevpeymaniyek çêkir ji bo xizmetkirina hemû pêkhateyên Kerkûkê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

