Serok Bafil: Emê li ser şopa Serok Mam Celal bimeşin
Kurdistan 01:33 PM - 2023-10-03
PUKMEDIA
Rûmeta milet û welat
Serok Bafil Celal Talebanî bi boneya salvegera wefata rûmeta netewe û welatê me Serok Mam Celal peyamek belav kir:"Em Serok Mam Celal bi bîr tînin, ew serok ku xema Kurdistanê girt ser milê xwe û ji bo azadî û bextewariya miletekî bindest têkoşîneke bêwestan da û heta mirina xwe berdewam kirû got:" Em îro bi xemgînî û serbilindiyeke mezin bîranîna serbilindiya netewe û welat, bîranîna serokekî ku canê xwe ji bo welatê xwe feda kiriye û rojên jiyana xwe ji bo aştî, azadî, demokrasî û mafên mirovatiyê derbas kiriye bi bîr tînin.’’
Teksta peyama Serok Bafil.
Em îro sonda xwe ya hemdem ji Serok Mam Celal re dubare dikin ku çawa ku me di demên borî de rêya wî domandiye, em ê têkoşîna xwe ya ji bo serketina gelê Kurd, berfirehkirina sînorên azadî û demokrasiyê, li hev komkirina cudahiyan û yekkirina hewldanan bidomînin ku wê ruhê Serok Mam Celal şad bike û şanaziya hilgirtina vê siyaseta saxlem û aqilane ji me re rewa bike.
Em dilgiran in ji ber ku Kurdistanê serokekî dilpak, berevan, dilpak û dilsoz wenda kir, çawa ku Iraqê çadira avaker û sîwanê xwe ji dest da, em şanaziyê bi wê yekê dikin ku di rêyeke heta hetayê emê bidomînin. Ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd û avakirina welatekî ku ferd tê de bi serbilindî û azad bijîn dê bibe rêberê me.
Dema ku em Serok Mam Celal bi bîr tînin, em wî serokê ku xemên Kurdistanê hilgirtbû ser milên xwe û ji bo azadî û rûmeta gelê bindest bênavber tekoşîn kir, tekoşîna ku heta koça dawî bê navber berdewam kir, ji bo Iraqa nû û bû sîwanek ji bo hemû deng û mezhebên cuda yên ku tenê di bin siya wî de diciviyan bi bîr tînin.
Bi navê birayên di civata serkirdayetiya nû û hemû çalakvanên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê , em soz didin ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bibe parêzvan û berdewamiya siyaseta Serok Mam Celal . Destê aştî û pêkvejiyan ji bo hemû aliyan, emê cudahiyan têxin xizmeta bidestveanîna armancên xwe yên bilind û bê hizra hizbî û dûrî hemû berjewendiyên kesayetî. Em ê ji bo pêşerojeke aram û bi îstîkrar têbikoşin û hewldanên me jî ji bo yekîtiya gelê Kurd be. Em ê bi hev re ji bo bidestxistina dewlemendiyê bixebitin û ji bo parastina Kurdistanê em ê qurbanî bidin.
Silav li ruhê Serok Mam Celal..
Aştî û bextewarî bo Kurdistan û Îraqê
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

