Ahengek ji bo bîranîna koçbûna (Mîr Îbrahîm Paşayê Millî)
Kurdistan 11:21 PM - 2023-09-30
Ajans
Mîr Îbrahîm Paşayê Millî
Bi serpereştiya Yekîtiya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye û Komela Hêlîn li bajarê Îsin ya Almanyayê îro roja şemiyê 30/9/2023 ahengek ji bo bîranîna koçbûna (Mîr Îbrahîm Paşayê Millî) ku di heman demê de bîranîna çaremîn ya dagirkirina bajarê serêkaniuyê û Girê Sipiye hat lidar xistin.
Kurteyek ji jiyana (Mîr Îbrahîm Paşayê Milî) û mîrîtiya Kurdî ya dawî
Îbrahîm Paşayê Milî mîrê eşîreta Milane û mîrê dawî yê selaleta milî ye ku ji malbateka Kurdî ya kevnare û damarên wê kûrin bi kûrbûna dîroka Kurdî.
Milan ji sedsala 18`an ve bakûrê sûriyê bi tevahî xistin bin desthilata xwe û Milan hukimdarên wîlayeta Madrîn bûne ji sala 1735`an ve û paytexta wan bajarê Wêranşehr bûye û bi dirêjahiya 500 salan vê sulaletê şoreş û serî hildane li dijî êrişên Farsan û Osmaniyan û armanca wan ya sereke serxwebûn bûye.
Eşîra Milan li wîlayetên rojhilat û başûrê Tirkiyê û bakûr û rojhilatê Sûriyê û bakûr û rojavayê Îranê belav bûne û herî zêde jî li Amed – Heleb- Reqa – Musil – Mako) yê belave bûne.
Îbrahîm Paşa kurê Mehmûd Beg kurê Tîmawî Beg kurê Mehmûd Begê kurê Têmûr Paşa kurê Mehmûd Paşa ye ser bi êla (eşîreta) Bavmirî Milî ye. Îbrahîm Paşayê Milî di sala 1845`an tê dunyayê ji destpêka jiyana xwe de berpirsyartiyên giran hildaye ser milê xwe, dema hîn zarok bû Osmaniyan êrişî paytexta mîrîtiya Milan kir û kelha Wêranşehrê şewitandin û bavê wî mîr Mehmûd girtin û li zîndana Amedê xistin zîndanê û hemû mal û milkê wî desteser kirin.
Di temenê 17 saliya xwe de mîr Îbrahîm Paşa berê xwe dide Misrê daku navbênkariyê ji Xidêwî Îsmaîl dixwaze daku ji Osmaniyan daxwaz bike ku bavê wî ji zîndanê derxînin, Xidêwqî Îsmaîl kete dewrê û bi rêya Sultan Ebdûlezîz Mîr Mehmûd hate azad kirin.
Îbrahîm Paşayê Milî weku bav û bapîrên xwe desthilata xwe li deverê fereh dike û bi taybetî li deverên di navbera Mardîn û Amedê de ev yek jî bûye sedema acizbûna desthilata Osmanî û ji bo wê jî dest bi operasyonek mezin li dijî wî destpê kirin û Îbrahîm Paşa girtin û ew surgûnî Sîwasê kirin. Lê Îbrahîm Paşa ji zîndanê direvê û vedigere Wêranşehrê.
Mîrên Milan bi kurdayetiya xwe ve girêdayî man û nûnertiya hestê netewî dikirin û kurên mîr Îbrahîm Paşa jî xebata netewî ji bo avakirina dewlewteke Kurdî ya Serbixwee domandin. Her weha Îbrahîm Paşa bi rêya navbeynkaran daxwaz ji welatên Ewropa û bi taybetî Brîtanya kiriye ku wî wek paşayê Kurdistanê nas bikin.
Raportekî fermi ya Brîtanî jî tekez li wê yekê kiriye ku Îbrahîm Paşayê Milî kar û xebat ji bo damezrandina dewleteke Kurdî ya serbixwe kiriye.
Li gorî belgeyên fermi yên Brîtanî, Îbrahîm Paşa nameyek ji Mark Saykis re şandiye û têde gotiye "We piştevaniya Şêxê Kiwêtê kiriye daku serxwebûna xwe raghîne çima hûn piştevaniya min nakin ku em jî serxwebûna Kurdistanê raghînin û Kurd amade ne bi were kar bikin û ez amade me li gel we biçim Brîtanya û vê yekê ji Paşayê Brîtanya re rava bikim".
Li gorî belgeyên dîrokî mîrên Millan yên berî Îbrahîm Paşa jî xewna wan serxwebûn bûye û cudabûna ji seltenata Osmanî bûye her çend dixwestin li gel Osmaniyan bighêjin lihevkirinê jî lê belê gelek şoreş lidar xistine ji bo serxwebûnê û gelek qurbanî li ser wê rêyê dane.
XELAT
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

